Li gorî agahiyên ku ji Îranê tên wergirtin desthilatdariya Îranê ji bo êrişeke pêkan a Amerîka û Îsraîlê di nava fikaran de ye û ji bo vê jî di rewşa alarima bilind de tevdigere.
Serokê Parlamentoya Îranê Mohammad Baqer Qalibaf di 10ê Çileya 2026ê de di parlamentoya Îranê de axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku heke Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişek bîne ser Îranê dê Îran jî baregehên Amerîkayê yên li heremê û Îsraîlê bike hedef û êriş bibe ser wan.
Rejîma Îranê fikara êrişa Amerîkayê dijî
Li gor agahiyên ku ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî tên wergirtin ev rewşa alarimê ya rejîma Îranê piştrast dikin. Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Bakır Kalibaf di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê de wek hişyarî gotiye: “Bila Amerîka xeletiyan neke . Heke xeletiyeke wisa bike em ê ya pêwîst pêk bînin.”
‘Baregeh û keştiyê li herêmê bikin hedef’
Serokê Parlamentoya Îranê û Fermandarê berê yê Muhafizê Rejîma Îranê Baqer Qalibaf got ku êrişek li dij Îranê pêk bê dê hemû baregeh û keştiyên li heremê yê Amerîkayê û rastarast Îsraîl hedefên wan ên rewa bin.
Hişyariya Trump….
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Çileya 2026ê de di ser hesabê xwe yê Truth Socialê de diyar kir ku heke rejîma Îranê xwepêşandêrên ku ji azadî û edaletê têdikoşin bikuje ew dê alîkariyê bide xwepêşandîran.












