• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin’

Wan / AW

13 ÇILE 2026 - 14:27
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Jinan Wanê ji bo êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyek da û got ku armanca vê tundiyê tinekirina têkoşîna azadiya jinên Kurd e.

Platforma Jinan Wanê, têkildarî êrişên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ber Galeriya Hunerê ya li Rêya Armûşe çalakiya runiştinê pêk anî. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin bêrzkirin û pankarta “Li Rojava komkujî heye, dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin” hat vekirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li çalakiyê bûn.

‘Di êrîşan de herî zêde jin û zarok dibin hedef’

Endama Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Jiyan Ozkaplan ku metna daxuyaniyê xwend, bi lêv kir ku di van şerên qirêj ên li Rojhilata Navîn de tên meşandin, bedena jinan careke din veguheriye xenîmeta şer. Jiyan Ozkaplan diyar kir ku jin an bi kuştinê, an jî bi bedena xwe dibin hedef û got: “Avêtina bedena şervanên jin ên ji avahiyan, revandina jinan û qetilkirina zarokan ya bi awayekî hovane; encama rejîmeke tundiyê ye ku ne tenê leşkerî ye, di heman demê de ji aliyê serdestiya mêran ve jî kûr e. Armanca vê tundiyê tinekirina têkoşîna azadiya jinên Kurd e. Tişta ku îro li Rojava û Helebê diqewime ne şerekî leşkerî ye; êrişeke piralî ye ku armanca wê tunekirina hebûna civakî, çandî û siyasî ya gelê Kurd e. Di van êrişan de herî zêde jin û zarok dibin hedef ku mafên jiyana wan ji holê radike.”

‘Divê jin bêdeng nemînin’

Jiyan Ozkaplan bang li raya giştî kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: “Ev bûyer berdewama polîtîkayên dîrokî yên înkar û îmhakirina van xakan in. Divê jin, kedkar, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Li dijî bikaranîna bedena jinan a weke xenîmeta şer, kuştina zarokan û tinekirina gelan axaftin berpirsyariyeke dîrokî ye. Çalakiya rûniştinê ya ku me îro da destpêkirin ne tenê protesto ye, ev banga edaletê ye ku li ser navê jinên hatine qetilkirin, zarokên hatine qetilkirin û gelên ku hatine binçavkirin. Divê demildest komkujî bên rawestandin, Divê îşkence, înfaz û windakirinên bi zorê bi dawî bibin, Divê çavdêrên navneteweyî yên serbixwe bikevin herêmê û divê sûcdar bên darizandin.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: EşrefiyeHelebPlatforma Jinan a WanêRojavaŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Li Wanê jinan bertek nîşanî kuştina jinan dan

Li Wanê jinan bertek nîşanî kuştina jinan dan

25 SIBAT 2026
Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

25 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026
Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

19 SIBAT 2026
Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

18 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (164)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne