Li gorî daneyên UNICEFê di encama êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê de 228 zarokên din jî ku bi malbatên xwe re koçber bûne, gihîştina bajarên Rojava.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku zêdebûna şer û pevçûnên dawî yên li Helebê û derdora wê zarok û malbatên wan neçar kirine ku ji malên xwe derkevin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiyê bibînin. Li gorî daneyên UNICEFê ji 11ê Çileyê ve 228 zarokên din jî li gel malbatên xwe piştî ku bi zor û dijwariyan re rû bi rû man, gihaştin stargehên li bajarên wek Reqa, Tebqa, Hesekê û Qamişloyê.
Di 6ê Çile de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rastî êrişên dijwar ên çeteyên HTŞê û SMOyê hatin. Di encama topbaranê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di encama van êrişan de koçberiyek mezin çêbû.
Rêveberiya Xweser kaçber pêşwazî kirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû koçberên hatin bajarên cuda, pêşwazî kirin. Rayedaran pêwistiyên malbatan ên lezgîn temîn kirin û ew li cihên ewle bi cih kirin. Her wiha ji bo tevahiya malbatên hatin, alîkariyên jiyanî û xizmeta tenduristiyê jî hate dayîn.













