Çeteyên HTŞê û SMOyê bi dronan derdora gundê Resem El Îmam ê li Dêr Hefirê û gundên El Keyariya û Resem El Kirûm bi çekên navîn gulebaran kirin. Di vê navberê de konvoyek leşkerî ya DYAyê jî çû Dêr Hefirê.
Êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li dijî eniyên Dêr Hefir û Meskenê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Çeteyan serê sibê bi çekên giran Dêr Hefirê gulebaran kir. Her wiha piştre jî bi dronan derdora gundê Resem El Îmam bombebaran kirin. Di heman demê de, gundên El Keyariya û Resem El Kirûm bi çekên doçka bêserûber hatin gulebarankirin.
Di seatên nîvro de jî komek çeteyan ji bi çekên navîn gundê El Hmid ku dikeve li bakurê Meskenayê, gulebaran kirin. Her wiha zêdetirî 20 topan û doreneke xwekuj li bajarê Dêr Hefir xistin. Di heman demê de balefirên bê mirov li asamê herêmê digerin.
Konvoya Hevpeymaniyê li Dêr Hefirê ye
Ligel êrişên çeteyan konvoyek leşkerî Koalîsyona Hevpeymaniya Navdewletî jî gihişt Dêr Hefirê. Bi boneya ewlehiya konvoyê jî balefirên keşfê yên Hevpeymaniyê li esmanên Dêr Hefirê hatin dîtin.













