Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê di heftaya 884emîn a çalakiya windayan de xwestin ku berpirsiyarên cînayeta Hrant Dînk werin dîtin û darizandin.
Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 884emîn de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Hrant Dînk hate hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hate xwestin ku berpirsiyarên cînayeta rojnameger Hrant Dînk werin dîtin û darizandin.

‘Hrant Dînk tu carî paş ve gav neavêt’
Ewilî Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku îro ew ji bo Hrant Dînk li vir in û got: “Hrant Dînk ji bo her kes di nava aştiyê de bijî dixebitî û têdikoşiya. Ji bo wê gef lê dihat xwarin. Hrant Dînk tu carî bi paş ve gav neavêt. Ji ber sekna xwe hat kuştin.”
‘Em ê hatiya dawiyê li aqûbeta wî bipirsin’
Paşê ji Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu axivî û anî ziman ku kuştina Hrant Dînk plankiribû û got: “Di dema desthilata AKPê de hat kuştin. Lê berpirsiyar nehatin darizandin. Em ê heta dawiyê li aqûbeta Hrant Dînk bipirsin.”
‘Dixwest her kes di nava aştiyê de bijî’
Endama Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê parêzer Berfîn Elçî daxuyanî xwend. Berfîn Elçî diyar kir ku Hrant Dînk di sala 1954an de li Meletiyê hate dinê û got: “Ji ber ku Hrant Dînk li xwendingeha şêvînê mabû rêveberiya Kampa Zarokan a Tuzlayê çêkir. Dewletê bi hinceta ‘milîtanê Ermenî perwerde dike’ wî girt. 5ê Nîsana 1996an de damezrênerî û rêveberiya weşanê ya rojnameya Agosê kir. Di nivîsên xwe de diyar kir ku divê tevahî pêkhateyên civakê di nava aştiyê de bijîn û li ser vê xeta xwe rawestiya. Di sala 2002yan de li Rihayê konferansekê de got ku ‘ez ne Tirk im, ji Tirkiyeyê me û Ermenî me’ bi hinceta ku Tirkîtiyê ‘biçûk xistiye’ jê re doz hate vekirin.”

‘Berpirsiyarên kuştinê nehat dîtin’
Berfîn Elçî destnîşan kir ku Hrant Dînk ji ber ku gotibû tiştên ku di sala 1915an de pêk hatine nîjadkujiye her dem bû hedef û wiha axivî: “6ê Sibata 2004an nivîsek bi îmzeya Hrant Dînk di rojnameya Agosê de hate parvekirin. Di nivîsê de Hrant Dînk gotibû ku ‘keça manewî ya Mustafa Kemal, Sabîha Gokçen bi eslê xwe Ermenî ye’ piştî nivîsê gef li Hrant Dînk hate xwarin. Di 19ê Çileya 2007an de dema ku ji Rojnameya Agosê derket ji aliyê Ogun Samast ve hate kuştin. Piştî ku Ogun Samast hate girtin, eşkere kir ku vê kuştinê pê dane kirin; Yasîn Hayal e û plana kuştinê bi endamê îstîxbaratê Erhan Tuncel re pêk anîne. Ji ber ku Ogun Samast temenê zaroktiyê de bû tenê 22 sal û 10 meh ceza lê hate birîn. Yasîn Hayal bi cezayê muebedê hat cezakirin. Kujer Ogun Samast di 15ê Mijdara 2023yan de hate berdan. Tevahî serlêdanên malbatê bêbiryar hat hiştin. Berpirsiyarên din nehat dîtin yên ku dihatin darizandin jî hatin beraetkirin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Hrant Dînk û hemû windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Kurtejiyana Hrant Dînk
Hrant Dînk di 15ê Îlona 1954an de li Meletiyê hate dinê. Ew bi xwe Ermen bû û li ser daw û doza Ermenan têdikoşiya û her dem qala Komkujiya Ermenan a 1915an dikir. Ew rojnameger û nivîskarek Ermen bû. Hrant Dînk, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007an de di encama sûîkastekê de hatibû kuştin. Dînk li ber avahiya rojnameyê hatibû kuştin.














