• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Kantona Cizîrê gel bersiv da banga seferberiyê û daket qadan

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÇILE 2026 - 16:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ser banga seferberiya giştî li gelek bajarên kantona Cizîrê ji bo şermzarkirina êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê û piştgiriya bi HSDê re meşên girseyî hatin lidarxistin.

Şêniyên Qamişlo, koçberên Efrîn û Şehbayê piştî banga seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate ragihandin li Qamişloyê meşek li dar xist.

Meş ji ber çerxerêya Sewamii bi tevlîbûna bi dehan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bajarê Qamişlo dest pê kir, bi tevlîbûna bi hezaran şêniyan heta Çerxerêya Efrîn domiya.

Meşevan pankartên bi nivîsa “Bi rihê qehremantiya Şêxmqsûd û Eşrefiyê, em ê azadiya gelan misoger bikin”, wêneyên fedayî û şehîdên berxwedanan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rakirinûn. Sloganên “Bijî berxwedana HSD”, “Terorîst Colanî” û “Berxwedan Jiyan e” Berz kirin

Qamişlo

Meşevan li ber çerxerêya Efrîn sekinîn, meşa xwe veguherandin mîtîngê. Di mîtîngê de piştî deqeya rêzgirtinê Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bajarê Qamişlo Lewend Umer axivî û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li hemberî hemû komployên ku li herêmê li dijî gelan tên sazkirin, derkevin. Weke ku Şehîd Ziyad Efrîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe da, ew ê jî her di nava berxwedanê de bin. Ew ji parastina gelê xwe, xwe nadin alî.

Endamê Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo Şêro Şero jî axivî û da zanîn ku rûmeta gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê ye, ji destanên ku gelan li herêmê çêkir, tê xuyakirin ku wê gelê me serkeftinên herî mezin bidestbixin. Komên çete xiyanet kirin û êriş li dijî herêmê pêk tînin, Rêveber Xweser jî seferberî îlan kiriye, ji bo parastina hebûna xwe divê ew li derdora hêzên HSD`ê bin û li kêlek wê parastina destkeftiyên xwe bikin û wiha got: “Ev qonaxa hebûn û nebûnê ye, em ê cavên neyaran derxin, em ne bi tenê ne.”

Meş bi berzkirina slogana “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

Amûdê

Xelkê bajarê Amûdê jî ji bo piştgiriya HSDê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist.

Meş ji çerxerêya Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de alên HSDê hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re HSDê”, “Em hemû HSDê ne” hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, ev meş ji bo piştgiriya HSDê li hemberî êriş û planên li ser herêmê hate lidarxistin. Bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku li hemberî sûcên li herêmê têne kirin erkên xwe bi cih bînin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku di dîrokê de gelek caran Kurd rastî xiyanetê hatin lê îradeya wan bi ser dikeve. Hate gotin, ew bi hêzên xwe yên parastinê bawer in û dê îradeya wê neşkê.

Çilaxa

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo piştgiriya HSDê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker ji pêşya çerxerêya Jinê ber qada Şehîd Mahsum ve meşiyan. Di meşê de alên HSDê hatin hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana HSD û YPJê hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Mahsum veguherî mîtîngê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin, îro roja berxwedanê û roja parastina hebûn û rûmeta gel e. Bang li her kesî hat kirin ku li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî tev li seferberiya giştî bibin.

Kesên axivîne bang li civaka navneteweyî û aliyên sponserên lihevkirinan hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li binpêkirinann bînin.

Di axaftinan de peyamên piştgiriya bi HSDê re hatin dayîn.

Dêrik

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Girse ji sûka navendî dest pê kir û li pêşiya navenda Kongra Star veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin bi plana dewleta Tirk a dagirker bi rêve diçin.

Her wiha hate gotin, qonaxa heyî qonaxeke hestiyar e û banga berxwedanê û piştgiriya bi HSDê re hat kirin.

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik û Rimêlanê, tevî koçberên Efrîn û Şehbayê meşek li dar xist. Girse ji qada Şehîd Xebat heya sûka navendî meşiya û bê navber dirûşme berz kirin.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de peyamên piştgiriya bi HSDê re hatin dayîn.

Li Tirbespiyê meş li ber navenda Kongra Star dest pê kir û li navenda bajêr vegherî mîtinga girseyî.

Endamê Insyatîfa Gerlêrî Silêman Ereb axivî êrişên hikûmeta demkî li ser herêmê şermezar kir.

Meş bi dirûşmên “Bijî HSDê bi dawî bû.

Tirbespiyê

Li Tirbespiyê meş li ber navenda Kongra Star dest pê kir û li navenda bajêr vegherî mîtinga girseyî.

Endamê Insyatîfa Gerlêrî Silêman Ereb axivî êrişên hikûmeta demkî li ser herêmê şermezar kir.

Meş bi dirûşmên “Bijî HSD`ê bi dawî bû.

Tilkoçer

Li bajarê Tel Koçer, meş li çerxerêya Dallah dest pê kir û ber bi benzînxaneya Şêx ve çû, li wir veguherî mîtinga girseyî.

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê Meclîsa Bajarê Til Koçer Silêman El Hober axivî û banga rawestandina êrişên li ser Hêzên herêmê kir. El Hober diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê peymanên îmzekirî binpê kiriye.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana HSD” û “Em hemû HSD ne” bi dawî bû.

Dirbêsiyê

Li bajarê Dirbêsiyê, meş li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi kolana bazara navendî ve çû. Beşdaran dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” gîriyan û alên HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bilind kirin.

Dema ku gihîştin kolana bazara navendî, endamê Însiyatîfa Gel a Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî û diyar kir ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta demkî ya Şamê ve hatine destpêkirin û armanca wan têkbirina projeya biratiya gelan e.

Meş bi dirûşmên piştgiriya bi HSDê re bi dawî bû.

Etîket: Bakur û Rojhilatê Sûriyêçeteyên HTŞê û SMOyêÊrişên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyêgel daket qadanKantona CizireRojavaseferberiya li Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026
Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

25 SIBAT 2026
Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

Li Kurdistanê meş û peyamên pîrozkirina zimanê zikmakî

21 SIBAT 2026
Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

19 SIBAT 2026
Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

Li Geverê civîna gel: Êrişên li ser Rojava komploya 2yemîn bû

18 SIBAT 2026
Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

17 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (165)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne