Bajarê Hesekê ku ji duh ve çeteyên HTŞê û SMOyê gefan lê dixwin, bi sirûda neteweyî ya Kurd, “Ey Reqîb” dest bi rojê kir.
Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê li Rojavayê Kurdistanê berxwedanê didomînin. Li gel hemû êriş û gefên çeteyên HTŞê û SMOyê jî gel û pêşnegên gel çek girtin û li eniyên şer ketin sengeran. Ligel şerê psîkolojîk ê ji hêla Tirkiyê ve li hemberî Rojava tê meşandin jî bajarê Hesekê bi sirûda neteweyî ya Kurd, “Ey Reqîb” dest bi rojê kir. Ji aparlorên mezin sirûda neteweyî li bajar hate xwendin.













