Îlham Ehmed diyar kir ku li Hesekê kombûna herî mezin a çeteyan heye û banga lezgîn parastina kurdan kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo rawestandina êrişên li ser Kurdan û parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan, her wiha ji bo vegera li maseya diyalogê banga lezgîn kir.
Îlham Ehmed di civîneke çapemeniyê ya bi rêya Zoomê de got, li Hesekê kombûna herî mezin a çeteyan heye. Her wiha hişyarî da ku ev yek riskeke mezin li ser ewlehiya cîhanê çêdike.
Îlham Ehmed bi bîr xist ku gelê kurd ê bi hezaran berdêl dan, niha bi tenê hatiye hiştin.
Îlham Ehmed diyar kir ku serokê hikumeta demkî Ehmed Şara şertên rakirina cezayan li ser Sûriyeyê bi cih neanîne û got, baweriya gelê kurd bi hêzên ku DAIŞ di nav wan de hene, nayê.












