5 rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê, destnîşan kirin kiryarên hovane yên çeteyên êrişî Rojavayê dikin îdeolojiya DAIŞê ye û êrîş şermezar kirin.
Li dijî êrişên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (Nina), Rêxistina Jinên Kurd – Jinên Komela, Tevgera Jinên Kurdistana Îranê, Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyeke hevpar parve kirin.
Rêxistinên jinan di daxuyaniyê de anî ziman ku çekdarên Ereb dest bi êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê kirine û sûcên van koman li dijî mirovane dişibin bîrdoziya DAIŞê. Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku jin, dayik û jinên ciwan ên gelê Kurd her tim di bin hedefên destpêkê yên van êrîşan.
Banga mudaxileyê
Rêxistinên jinan di dawiya peyama xwe de ev tişt gotin: “Em wekî rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê, êrişên hovane yên li dijî gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li dijî van sûcan helwestek cidî nîşan bidin û demildest muxadele bikin.”













