Di çarçoveya banga seferberiya giştî de konvoya sêyemîn ji Silêmaniyê ber bi Rojava ve derkete rê.
Li çar perçeyên Kurdistane piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê mezin dibe. Piştî banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser ji Bakur, Başûr û her derê ku Kurd lê ne bi hezaran kes ji bo parastinê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Ji bajarê Silêmaniyê jî di 20ê çile de du konvoyên ji welatiyan pêk tên gihiştibûn Qamişloyê. Konvoya sêyemîn jî, ji Silêmaniyê derket û berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Karwana ku derket rê, tê payîn ku di saetên êvarî de li ser Deriyê Pêşxabûr û Sêmalkayê re derbasî Qamişlo bibe.













