• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

    Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

    Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

    ‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gel malbatên rojnamegeran welatiyan jî asteng dikin

Mahmût Altintaş / AW

8 ÇILE 2025 - 14:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Şandeya ku malbatên rojnmeger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di navde ne, ji 6ê çile ve li deriyê sînorê Xabûrê bi awayekî keyfî tênd sekinandin.

Şandeya ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên OHD, MEBYA-DERê û DFG pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji saet 16.00ê 6ê Çile de li Deriyê Sînor ê Xêbûrê (Xelîl Îbrahîm) tên rawestandin. Şande 2 roj in bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê tên sekinandin.

Bi sekinandina şandeyê re gelek wesayit jî li deriyê sînor rêz bûnê. Welatiyên ku li ser sînor hatinê sekinandin bertek nişanî rewşe dan.

Bi sekinandina şandeyê re li ser sînorê Xaburê gelek wesayit li ber sînor rêz bûnê. Welatiyên ku hinek ji wan ji bo bazirganiyê û hinek wan jî ji bo mala wan li wir ê dixwazin derbasî başurê Kurdistanê bibin bi hinceta sîstem tune ye tên asteng kirin. Welatiyên ku em li ser sînor bi wan re axivîn bertek nîşanî rewşê dan û xwestin deriyên sînor bê vekirin.

2 rojin em li benda çûyinê ne

Welatiyê bi navê Egît Yilmaz bi lêv kir ku ji duh vê nahelin ew derbasî sînor bibin û wiha got: “Di destpêkê de gotin pirsgirêk di sîstêmê heye. Lê ajokaran gotin ji ber rojnamegerên ku cenazeyên wan li Rojavayê nahelên milet derbas bibe. Ew du rojin em rêwiyên xwe tînin. Lê ji ber ku destûr nadin em nikarin derbas bibin. Ew 2 roj in em maxdûr dibin. Divê ew maxduriyeta ewqas milet bên çareser kirin. Sedema vê çi ye em jî nizanin. Şevê din gotin sîstem tune ye. Lê ji wî alî wesayit derbas dibin. Me jî ew rewş fehm nêkir. Şeva din em 6 seatan li ser sînor rawestiyan û em vegeriyan. Îro jî ev 4 seatin em li vir dane sekinandin. Sedem çi ye em nizanin. Divê ev sîstem bê çareser kirin û em maxdur nebin.”

‘Divê ew pirsgirêk bê çareser kirin’

Welatiyê ji Zaxoyê Hesen Mihemed jî anî ziman ku bi hinceta sîstem nîne ew nikare vegere û biçe mala xwe û ev tişt got: “Ji me re gotin sîstem nîne ji sibê vê em di rêzê de ne. Berê ev pirsgirêk tune bû. Car caran asteng dikirin lê astengiyeke wisa demdirêj tunebû. Em hatine şînê. Lê em nikarinê vêgerin mala xwe. Divê ew pirsgirêk bê çareserkirin û em bikarin derbasî sînor bibin.”

‘Ev 3 rojin em li vir maxdurin’

Welatî Huseyîn Karayil ku ji Nisêbînê hatiye jî anî ziman ku 3 rojin li benda çûyinê ye û got: “Kes ji me re tiştekî nabêjin. Em ê biçin Zaxo lê bi hinceta sîstem tune ye me bernadin. Ew 3 rojin em li vir maxdurin. Divê ew pirsgirêk bê çareserkirin. Debara me li ser çûyin û hatinê ye. Bila vê pirsgirêkê ji me re dernexin.”

Welatiyê bi navê Îsmaîl Şakir ku ji Hewlêrê ye û ji ber astengiyê nikarê vegere mala xwe jî wiha axivî: “Em jî sibê ve hatine vir û nikarin derbas bibin. Cara yekemin ez têm vir. Em nizanin ji ber çi nahêlin em derbas bibin. Bila vê pirsgirêkê çareser bikin. Gelek kes diçe û tê. Ew qas kes maxdûr dibin. Divê ev maxduriyeta mirovan bê çareserkirin. Zarokê min jî bi min re ne. Ji sibê de em di hundirê erebeyê de ne.”

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hişyariya li dijî tundiya li ser jinan didome

Hişyariya li dijî tundiya li ser jinan didome

22 TEBAX 2025
Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

22 TEBAX 2025
Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

22 TEBAX 2025
Ji bo zarokan şahiya sporê

Ji bo zarokan şahiya sporê

22 TEBAX 2025
‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

22 TEBAX 2025
ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

22 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (321)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne