Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê anî ziman ku dadgeha dewleta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birî ye.
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kir ku Dadgeha Îstînafê ya Sine, bi tometa “avakirina komê û têkdana ewlehiyê” 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê Kurdî Sirwe Purmihemedî birîye.
Komeleyê eşkere kir ku beriya niha 10 sal ceza li Sirwe hatibû birîn, lê iştre cezayê wê ji bo 5 salan hat kêmkirin.