• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PENa Kurd bang li cîhanê kir: Piştgiriya gelê Kurd bikin

    PENa Kurd bang li cîhanê kir: Piştgiriya gelê Kurd bikin

    Li Êlihê 2 jê zarok 7 kes hatin girtin

    Li Rihayê yek jê zarok û 11 kes hatin girtin

    Hûnandina keziyê bû sedema binçavkirinê!

    Hûnandina keziyê bû sedema binçavkirinê!

    Li 11 taxên Bismilê ji bo Rojava çalakiya ciwanan

    Li 11 taxên Bismilê ji bo Rojava çalakiya ciwanan

    Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Dîcleyê hate kirin

    Diyar Koç ê hatibû îşkencekirin sewqî Nexweşxaneya Dîcleyê hate kirin

    TJK-E û KCDK-E: Em têkoşîna ‘ji Rojava re statu’ mezin bikin

    TJK-E û KCDK-E: Em têkoşîna ‘ji Rojava re statu’ mezin bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 20:38
Kategorî: ROJANE
A A
TJK-E û KCDK-Eyê daxuyandin ku di salvegera Serkeftina Kobanê de êrîşên li ser Rojava zêde bûne û banga mezinkirina pêngava “Ji Rojava re statu” kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera serketina Kobanê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 26ê Çileya 2015an de tevî hemû êrîşên çeteyên DAIŞê û dewleta Tirk serkeftina Kobanê ji bo gelên cîhanê bû hêvî û hate diyarkirin ku ji ber vê yekê îro Kobanê û Şoreşa Rojava tê hedefgirtin. RDi daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê dorpêç û ambargoya li ser Kobanê tavile were bidawîkirin û banga mezinkirina pêngava “Ji Rojava re statu” kir.

Metna bangê bi temamî bi vî rengî ye: “Di 26ê Çileya 2015an de tevî hemû hewldanên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a qirker jî Kobanê bi ser ket. Ev serkeftin ji bo gelên cîhanê bû hêvî û îlham. Ji ber vê yekê dixwazin vê serkeftinê berovajî bikin. Divê di salvegera Serkeftina Kobanê de ji bo parastina Kobanê û parastina Şoreşa Rojava di asta gerdûnî de, pêngava “Ji Rojava re statu” mezin bikin.

Hêzên navneteweyî û dewleta Tirk ku dixwazin Serketina Kobanê û Şoreşa Rojava bitepisînin, bi hemû derfetên xwe yên lojîstik êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kirine. Çeteyên hov di salvegera Serketina Kobanê de, ji bo ku tola têkçûnê hilînin, Kobanê dorpêç kirin û bi hemû hêza xwe êrîş dikin.

Gel li Kobanê ku bi temamî di bin dorpêçê de ye, di serî de xurek rûbirûyê ambargoyeke mezin in. Ji bo şikandina berxwedanê av, elektîrk û hemû pêwîstiyên din ên jiyanê hatin qutkirin. Hê duh 5 zarok ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dane. Bi temamî trajediya mirovî heye.

Hêzên navneteweyî ku li di dora berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk de helwestekî hevpar nîşan didin, terorîst û hovan bi ser Kurdan de dibin û dixwazin encamê bigrin. Çapemenî, rojnamevan, qaşo pispor, artêş, tank û tifingên dewleta Tirk, her curê alîkariya lojîstîk ji bo vê şerê qirker dikin.

Ji bo ku Kobanê li ser piyan be û berxwedan dewam bike, pêwîstî bi xwedîdertenineke xurttir heye. Ruhê Kobanê li ser piyan e û pêwîstî pê heye ku vê ji nû ve mezin bikin. Li dijî van hovan ku li ser bedena jinê her curê hovîtiyê dikin û zarokan dîl digrin, yekane rê berxwedan e.

Îradeya jina azad tê hedefgirtin, ji ber ku li Kobanê tirs berdabûn dilê van çeteyên DAIŞê yên hov û ew têk biribûn. Bi êrîşa li ser şoreşa Rojava re dixwazin xak û pêşeroja me tune bikin. Gelê Kurd wê destûrê nede vê qirkirinê û serî netewîne.

Gelên cîhanê berxwedana Kobanê ji bîr nekirine û semptayiyeke wan ê mezin heye. Ji ber vê yekê divê em hemû çalakî û bernameyên heyî mezin bikin û mil bi mil bi gelê Kurd re ku gelan ji destê van çeteyên DAIŞê yên hov rizgar kirin û ciwanên xwe feda kirin, têbikoşin.

Înîsiyatîfa ku ji 183 rêxistinên ji 39 welatan û 72 kesan re hate avakirin, bi banga çalakiyeke di asta gerdûnî de, daxwaza hişyariya raya giştî, xirakirina bêdengiya dewletan û nebûna hevkarê vê lîstikê bike.

Ji ber vê yekê têkoşîna xwedîderketina Rojava ku em bêyî navber didomînin, heta ku encamê bigrin biherikin qadan û seferber bibin. Em wekî TJK-E û KCDK-Eyê li dijî polîtîkayên şerê qirêj ên bi çeteyên dewleta Tirk ve tê meşandin, bang dikin ku bi li ber rabûnê encamê bigrin û bi dirûşmeya “Ji Rojava re statu” bi hemû hêza xwe re bibin yek û têkoşînê mezin bikin.

Etîket: KCDK-ERojavastatuTJK-E
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Tarsusê di çalakiyê de ciwanekî ji Kobanê hate qetilkirin

Li Tarsusê di çalakiyê de ciwanekî ji Kobanê hate qetilkirin

25 ÇILE 2026
Navçeyên Mêrdînê ji bo Rojava daketin kolanan

Navçeyên Mêrdînê ji bo Rojava daketin kolanan

25 ÇILE 2026
Şaredariyên DEM Partiyê dê alîkariya Rojava bikin

Şaredariyên DEM Partiyê dê alîkariya Rojava bikin

25 ÇILE 2026
Ji bo piştgiriya Rojava bazinên kesk û sor

Ji bo piştgiriya Rojava bazinên kesk û sor

25 ÇILE 2026
Partiyên Kurd li Kerkûkê ji bo Rojava kom bûn

Partiyên Kurd li Kerkûkê ji bo Rojava kom bûn

25 ÇILE 2026
Kurd li ber avahiya BBCyê ne: Rûreşiyê nekin

Kurd li ber avahiya BBCyê ne: Rûreşiyê nekin

25 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1271)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne