Platforma Tenduristiyê ya Amedê li pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl Nobeta Mafê Jiyanê li dar xist û got: “Şer pirsgirêka tenduristî ye derman jî aştî ye.”
Di 5ê rêbendanê de, êrîşên ku ji aliyê çeteyên HTŞ/DAÎŞ û piştgirên wan, ku bi Sûriya Hikûmeta Demkî re girêdayî ne, li taxên Şêx Maqsûd û Eşrefîye yên Helebê ku Kurdan tê de dijîn hatin destpêkirin, îro li hemû Rojava belav bûne. Ev êrîşên ku rasterast cîhên niştecîhî armanc dikin, herêmê ber bi krîzeke mezin a mirovî û tenduristiya gelê vediguhezînin.
Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin. Bi rojan e bajarê Kobanê ji hêla çeteyan ve hatiye dorpêçkirin û rê li ber alîkariyên mirovî, tenduristiyê hatiye birîn; li ser herêmê av û ceyran hatiye birîn. Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî metirsiya qirkirinê ya ser Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaiyê de pankarta “Em ji bo mafê jiyanê di nobetê de ne hat vekirin u dovîzên “Li Rojavayê mirin hebe, li Amedê jiyan nabe”, “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” hatin rakirin . Ser navê platformê Kurmanciya daxuyaniyê Endama Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Sabîre Aygun xwend.
‘Dermanê şer aştî ye’
Sabîre Aygun diyar kir ku ji ber dorpêçê bi destxistina pêdiviyên xwarinê, sotemenî û hêzê elektrîkê hate qutkirin. Platformê da zanîn ku heya niha 5 zarok ji ber sermaye jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Ev mirin, careke din nîşan didin ku di şerê de her dem pêşî zarok, kal, û nexweş bedelê herî giran didin. Şer pirsgirêkeke tenduristiya gelê ye. Tedawiya wê aşitî ye.Şer tenê bi gule û bombeyan jiyanê tehdit nake; bêavî, bêxwarinî, nexweşiyên belavbûyî, astengkirina gihiştina xizmetên tenduristî, trawmayên derûnî û xizaniyê jî jiyanê dixe bin xetereyê.”
‘Bila Kobanê nebe Xezayeke nû’
Di berdewama axaftina xwe de Sabîre Aygun hişyariya “Kobanê nebe Xezayeke nû” kir û da zanîn ku divê şer were sekinandin û wiha pê de çû: “Dibe ku Kobanê rastî karesateke mirovî ya ku ji Gazeyê jî girantir were. Ji ber vê yekê, divê şer bi temamî were rawestandin û bi taybetî ji bo Kobanê û hemû Rojava korîdoreke mirovî ya ewle û bêqetandin were vekirin. Vekirina korîdora mirovî ya ewle, pêwîstiyeke acîl, nayê taloqkirin û jiyanî ye.
‘Sûcê şer sûcê li dijî mirovahiyê ye’
Sabîre Aygun diyar kir ku li herêmê mafên niştecîhî, nexweşxane, tenduristî, avê, zeviyên çandiniyê û binyadên enerjiyê ku li gorî Peymanên Cenevre, Protokolên Zêde, Statûya Roma û qanûna navneteweyî ya mirovî, bi eşkereyî tên binpêkirin û wiha pê de çû: Ev sûca şer û sûcê li dijî mirovahiyê ne. Ya ku îro li Rojava tê dîtin, tenê pevçûnek çekdar nîne; ev şert haleke hilweşandina sistematîk û krîzeke giran a tenduristiya gelê ye.”
‘Rêyên diyalog û çareseriyê bînin’
Di berfirehiya daxuyaniyê de Sabîre Aygun bang li dewletên li herêmê xwedî sazî ne û wiha pê de çû: “Divê li hember êrîşên li dijî sivîlan û binpêkirinên mafên etnîk û olî bêdeng nemînin. Ji bo parastina statûya qanûnî û siyasî ya Rojava, divê li bingehê qanûna navneteweyî gavên bi bandor werin avêtin. Serokkkomar, partiyên siyasî yên di bin banê meclisê de dikarin pirsgirêkên heyî bi diyalog û çareseriyên siyasî encam bikin.
‘Di şer de bêalîbûn ne pêkan ne’
Sabîre Aygun diyar kir ku mafê tenduristiyê bêyî aştî nayê parastin û ev tişt gotin: “Di şertên şerê de bêalîtî ne pêkan e. Her êrîşeke li dijî sivîlan; êrîşeke li dijî mafê jiyanê, mafê tenduristiyê û li dijî rêzgirtina mirov e. Bêdengiya civaka navneteweyî û polîtîkayên bêcezayî, rê li ber berdewamî ya van sûcan vedikin.”
Platformê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
* Divê hemû êrîşên çekdar ên ku sivîlan hedef digirin divê demildest werin rawestandin.
* Ji bo gihiştina xwarinê, avê, elektrîkê û dermanan, divê lezginî korîdoreke mirovî ya ewle were vekirin.
* Divê saziyên tenduristî, karkerên tenduristî û binyadên av û enerjiyê li gorî qanûna navneteweyî werin parastin.
* Divê polîtîkayên koçberkirina bi zor û guhertina demografîk were bidawîkirin.
* Divê komîteyên navneteweyî yên serbixwe binpêkirinan li herêmê bi cîh biceribînin û sûcên şerê bi awayekî bandor were lêpirsînkirin.
* Mafê gelên Rojava Ji bo rêveberiya herêmî, demokratîk û beşdarî; bi taybetî mafê tenduristiyê û hemû mafên bingehîn ên mirovî divê were temînatkirin.
Banga piştgiriyê
Sabîre Aygun di dawiya axaftina xwe de bang li hemû karkeran, karkerên tenduristiyê, jinan, ciwanan û hemû bindestan kir ku hevalbendiya Rojava kir ku li dijî geşedanan bêdeng nemînin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman û çepikan bi dawî bû.















