Wêne: Arşîv
Şandeyek ji hunermendên Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê civiyan. Tê payîn ku şandeya hunermendan ji bo piştgiriya Rojava derbasî hêla Rojava bibin.
Li aliyekî çete êrişên qirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê didomînin û li aliyekî jî berxwedan û piştgiriya ji bo Rojava berfirehtir dibe. Çawa ku gelê Kurdistanê bi rojane li çar aliyên cîhanê li ser pêya, hunermendên Kurd jî ji bo Rojava di nava seferberiyê de ne.
Hunermendên Kurd; Hozan Diyar, Hozan Şemdîn û Jala Rojhilat îro ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava re ji Almanyayê îro çûn Silêmaniyê. Şandeya hunermendan dê li Silêmaniyê ji aliyê hunermend Necmeddîn Xulamî, Nasir Rezazî û Bilind Brahîm ve werin pêşwazîkirin.
Paşê dê şandeya hunermendan li Silêmaniyê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabî, rayedarên Başûr û Wezareta Rewşenbîriyê re rêze hevdîtinan bike.
Şandeya hunermendan diçe Rojava
Tê payîn ku sibê şandeya ji hunermend Diyar Dêrsimî, Şemdîn, Jala, Nasir Rezazî, Bilind Brahîm û gelek hunermendên din pêk tê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û bi sazî û dezgehên çand û hunerê û siyasetmedaran re hevdîtinan bikin.













