Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku parêzerê Kurd Silêman Îsmaîl ku xwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê ve li Reqayê hatiye kuştin.
Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku di 18ê çileyê roja yekşemê parêzerê Kurd Silêman Îsmaîl ku xwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê ve li Reqayê hatiyê kuştin. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dema pêvçûn derketiye Silêman Îsmaîl xwestiye ji bajêr derbikeve ji aliyê komên çete ve hatiye kuştin. Her wiha Îbrahîm Şêxo anî ziman ku Kurdên xwestine ji bajarên Reqa û Tebqayê derbikevin rastî êrişên nîjadperest tên û tên kuştin.












