Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên li ser Rojava li navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Artûklûyê Mehmet Bîngol di daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta Rojava azad nebe, çete bi paş ve neçin wê gelê Bakur li ser pêyan be.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê têkildarî êrişên li dijî Rojava li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya ku pankarta “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hilgirt tevî barîna barana zêde dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kir û daxuyanî da.
‘Gelê Kurd wê her tim li qadan be’
Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê DEM Partiyê yê Artûklûyê Mehmet Bîngol axivî. Mehmet Bîngol bal kişand ser êrişên li ser Rojava ku bi rojane didomin û destnîşan kir ku bi van êrişan dixwazin gelê Kurd qir bikin. Mehmet Bîngol da zanîn ku gelê bakurê Kurdistanê ji bo Rojava li ser pêyan e û wiha got: “Heta ku Rojava azad nebe, çete bi paş ve neçin wê gelê Bakur li ser pêyan be. Di bin berfê de be jî baran jî bibare wê Bakur her tim li ser pêyan be. Em bang li hêzên hegemon û dewleta Tirk dikin; çeteyên xwe ji Rojava bikişînin, Rojava rûmet û namûsa gelê Kurd e. Gelê Kurd wê her tim li qadan bin. Em hêvî dikin ku hêzên hegemon û Tirkiye piştgiriya çeteyan nekin piştgiriya mirovahiyê bikin.”
‘Gelê Kurd ji bo mirovajiyê DAIŞê têk bir’
Mehmet Bîngol bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha domand: “Saleke li Bakur pêvajoyeke aştiyê destpêkiribû. Gelê Kurd qebûl nake ku hûn li Bakur aştiyê pêk bînin û li Rojava komkujiyan pêk bînin. Em bang dikin ku hêzên hegemon û Tirkiye van komkujiyan bisekinînin. Em ji temamê cîhanê re dibêjin ku van komkujiyan bisekinînin. Di sala 2014an de Kurdan DAIŞ ne tenê ji bo gelê Kurd têk bir, ji bo hemû mirovahiyê û cîhanê têk bir. Gelê Kurd ewlehiya hemû dinyayê ye. Sed sal in ev îrade li hemberî we sekinî ye. Hûn nikarin vê îradeyê têk bibin. Hûn bixwazin dê ev îrade ji we re bibe dost lê nexwazin dê we têk bibe. Em ji Rojava re hezar silavan dişinin. Em ê her tim li qadan bin.”
‘Kurd tiştên li Rojava diqewimin qebûl nakin’
Dû re parlamentere DEM Partiyê George Aslan axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî êrişên li ser Rojava bi rojane li ser pêyan e. George Aslan diyar kir ku gelê Kurd tiştên li Rojava diqewimin qebûl nake û wiha got: “Gelê Kurd mafê xwe yê herî demokratîk bikartîne, tiştên diqewimin şermezar dike. Gelên li Rojava xizmên me ne. Li wir xwişk û birayên me hene. Dema li wir neheqiyek bê kirin em jî dê bi awayekî mafdar li vir bertek nîşan bidin.”
‘Gelê Kurd dest ji azadiya xwe bernade’
George Aslan wiha bang li rayedarên dewleta Tirk kir: “Kesên ku hûn li hember derbikevin ne gelê Kurd e, DAIŞ û HTŞ ye. Ev nêzîkatî piştevaniya zimanê aştiyê nake. Em li qadan e. Bila hemû dinya êdî bibine ev gel êdî azadiya xwe dixwaze û dest ji azadiya xwe bernade.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” bi dawî bû.












