Di pêşengiya MEBYA-DERê de li navçeya Bismîlê serdana şîna endamên PKKê Bahtiyar û Hîkmet Bîtkîn ku di demîn cuda de jiyana xwe dest dane hate kirin. Bavê Bahtiyar û Hîkmet Bitkîn, Nedîm Bîtkîn di şînê de axivî û got: “Şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê ne.”
Li navçeya Bismîlê ya Amedê ji bo endamên PKKê Bahtiyar Bitkîn (Gabar) û Hîkmet Bitkîn (Ferhat) ku birayên hev in û di demên cuda de jiyana xwe dest dane şîn hate danîn. Di pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan serdana şînê kirin.
Girseya ku ji sedan kesan pêk dihat bi dirûşmeya “Şehîd namirin” heta mala şînê meşiyan. Piştî ku girse gihişt cihê şînê, ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Di şînê de li ser navê malbatê bavê Bahtiyar (Gabar) û Hîkmet (Ferhat) Bîtkîn, Nedîm Bîtkîn axivî.
Nedîm Bîtkîn di destpêkê de spasiya hemû kesên tev li şînê bûne kir û got: “Her tim baweriya me bi Serok Apo heye. Bila serê Serok Apo, gêrillayên serê çiya û kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin sax be. Hemû şehîdên Kurdistanê ne, bijî Serok Apo.”
















