* Koordînator û îmzekara konferansa “Di Sedsala Duyemîn de Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” Nûray Turkmen diyar kir ku di konferansê de ew ê tecrubeya sedsalî ya komarê, demokrasî, nasname, çîn, bîra civakî, azadiya jinan, demokrasiya herêmî, dewleta hiqûqê û aştiyê ji nû ve nîqaş bikin û got: “Pêwîst e ku em demokratîkbûyînê weke daxwaza beşekî taybet a civakê nebînin, ev berpirsiyarek hevpar a hemû civakê ye.”
* Yek ji rûspiyên eşîra Giraviyan Sadrettîn Şen û yek ji rûspiyên eşîra Mamxûran Fûat Tûrgût bal kişandin ser sedemên derketina şer û pêvçûnên di nava civakê de diqewimin û gotin: “Ji sedî 50iyê van pirsgirêkan ji ber aboriyê derdikevin. Ciwan betal dimînin, dikevin nav înternetê û qumara înternetê. Sedema tundûtûjiyê ya bingehîn jî pergal bi xwe ye.”
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlihê û Colemêrgê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin dê bidomînin. (12:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1014emîn de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12:00)
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna awarte ya Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ya duh ji bo biryara “Betalkirina teqez” civiyabû de dê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13:00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku ji du hefteyan carekê li dar dixe li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê bidomîne. (13:00)
* Çalakiya Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê ya “Rûniştina F” dê di hefteya 739emîn de berdewam bike. (13:30)
* Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in (GÎB-DER) dê li Parka Eyşe Şanê ya li navçeya Rezana Amedê bi şahiyekê bê vekirin. (17:00)
Kirmanckî
* Nobeta çadirî ya dewa Xarike ya Gimgimî de ke vera JESî ameybî dest pêkerdene, roja 21. de dewam kena. Nobedaran nerazîbîyayîşê xo yê vera JES’î îfade kerd û vat heta ke JES nêro betalkerdene tekoşînê înan do dewam bikero.








