Wezareta Çandê ya Başûrê Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî ku piştevaniya komkujiya çeteyan a li ser gelê rojavayê Kurdistanê dikin, li başûrê Kurdistanê qedexe kir.
Piştî ji aliyê sazî, rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û aliyên cuda yên Başûrê Kurdistanê banga qedexekirina weşana kanalên Erebî yên wek Al Jazeera, her du kanalên Al Arabiya û Al Arabiya Al Hadath û kanalên dewleta Tirk hate kirin, Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî li Herêma Kurdistanê qedexe kir ku piştevaniya komkujiya ji aliyê çeteyan ve li ser gelê rojavayê Kurdistanê tê kirin, dikin.
Ji ber siyaseta wan a piştgiriya ji sûcên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên li dijî Kurdên Rrojavayê Kurdistanê, Wezareta Çandê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî li Herêma Kurdistanê qedexe kir.
Piştî ku kanalên televîzyonê (Al Jazeera, Al Hadas, Al Arabiya û Sharqiya) û kanalên şerê taybet ên dewleta Tirk piştgirî dan tawanên çeteyên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên dijî gelê Kurd, gelek aliyên cuda yên başûrê Kurdistanê daxwaza girtina weşan û ofîsên van kanalan kirin.
Di vê çarçoveyê de Wezareta Çandê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser daxwaza kesayet, sazî, rêxistin û aliyên cuda yên Herêma Kurdistanê weşana kanalên biyanî û Erebî qedexe kir.












