Platforma Jinan a Îzmîrê, ji ber ku di nav 3 rojan de li Îzmîrê 3 jin hatin kuştin meşek li dar xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berpirsê vê wehşetê rejîma baviksalar bi xwe ye.
Platforma Jinan a Îzmirê, li hemberî zêdebûna tûndî, êriş û qetlîamên li ser jinan meşek li dar xist û daxuyaniyek da. Jinên ku li ber Avahiya Navenda Pivan, Bijartin û Bicîhkirinê (OSYM) ya li Alsancakê li hev civiyan, heta ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşiyan.
Di meşê de pankarta ‘Li Îzmirê di 3 rojan de 3 jin hatin kuştin. Neparêze, pak neke, darizîne!’ hate vekirin û bêrawestan dirûşmên wekî ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Dewleta kujer dê hesab bide’, ‘Em ê dewleta baviksalar hilweşînin’ û ‘Bijî berxwedana jinan’ hatine berz kirin.
Li ser navê platformê daxuyanî ji hêla Rabîa Taşdemîr ve hate xwendin. Rabia Taşdemir diyar kir ku qetilkirinên jinan ne bûyerên ji rêzê ne, ev tiştên têne serê jinan encama bêcezahiştin û polîtîkayên dijminatiya jinan e û wiha pê de çû: “Tenê di nav hefteyekê de, Sibel Kulah ji aliyê mêrê ku dixwest jê cihê bibe ve hat girêdan û ava kezabê bi ser de hate rijandin. Gozde Akbaba, tevî ku biryara parastina wê hebû jî, li kolanê ji aliyê mêrekî ve hate qetilkirin. Mihriban Yılmaz hate xeniqandin û windakirin, Durdona Khakimova bi kêran hate perçekirin û bedena wê avêtin ser çopê. Dilan Geyik hat kuştin û xwestin wekî xwekuştinê nîşan bidin. Navê vê yekê wehşet e. Ev wehşeta mêran e, berpirsê vê wehşetê jî Qesra ku jinan naparêze, rê li ber şîdetê nagire, ji Peymana Stenbolê derketiye û zagona jimara 6284an bi cih nayîne ye. Mêr vê şîdetê ji vê cesaretê ji ‘bêcezahiştin’ digirin. Lewra pişta wan bi polîtîkayên ‘cezanebirînê’ germ e; ‘halê baş’, ‘tehrîk’, kirevat û cilên fermî li pişt wan in. Dewlet her roja ku şîdeta mêran ranawestîne, bi eşkereyî cesaretê dide kujerên nû.”
‘Em dijminê xwe nas dikin’
Rabîa Taşdemîr diyar kir ku şer û pergala baviksalar zemîna rewakirina şîdeta li ser jinan e û wiha berdewam kir: “Di van zemînan de jin ne wekî mirov, wekî ‘xenîmet’ têne dîtin. Ji bo çavtirsandina gelê wan, jin rastî êrîşên zayendî tên, bedenên wan têne parçekirin û teşhîrkirin. Bi darê zorê jêkirina porê jinekê û parvekirina dîmenên wê, ne karekî ser nefsê ye yan jî ne tenê biryareke şexsî ye. Ev yek, şêweyê şîdeta sîstematîk û birêxistinkirî ye ku di dîrokê de li ser nasnameya etnîkî jî hatiye meşandin. Jêkirina porê jinan êrîşek e li dijî rûmet, nasname û yekparçebûna bedena jinan e. Peyama ku dixwazin bidin eşkere ye: ‘Ez te biçûk dixînim, ez te ji mirovahiyê derdixînim.’ Em vê hişmendiyê nas dikin. Em dijminê xwe nas dikin. Em ji wan natirsin û em ê li dijî wan têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku porê jinan jê dikin û bêşermî dihejînin bila bizanibin; em ê li dijî kesên ku ji hûnandina pora jinan aciz dibin her li qadan bin. Bila her kes zanibe, em ê wan tim aciz bikin.”
‘Rizgarî bi têkoşîna birêxistinkirî pêkan e’
Taşdemir herî dawî bang li rayedaran kir û got: “Em bang li kesên qanûna 6284an bi cih nayînin dikin: Ev rejîma Qesrê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan cesaretê dide mêran. Em bang li wan kesên ku jinan di nava malê de heps dikin, dibêjin ‘pêşî malbat’ û jinan dişînin goristanê dikin: Em vê pergala bi xwîn qebûl nakin. Em ê hesabê her jineke ku hatî kuştin bipirsin. Wekî Platforma Jinan a Îzmirê em li vir in. Em bi hêrs in, em di serhildanê de ne û em mafdar in. Em dizanin ku rizgarî ne bi tenê, rizgarî bi hev re pêkan e, rizgarî têkoşîna birêxistinkirî ya jinan e. Em dest ji mafê xwe yê jiyanê bernadin, em hesab dipirsin û em gavekê jî bi paş de navêjin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.













