Platforma Tenduristiyê ya Amedê di di roja çaremîn de nobeta xwe ya li dijî êrişên ser Rojava li dar dixe de wiha got: “Têkoşîna me dê deriyê sînor ê Murşîtpinarê veke.”
Êrişên li dijî Rojava yên HTŞê, DAIŞê ku Tirkiyeyê piştgiriyê dide wan didomin. Bajarê Kobanê niha ji hêla çeteyan ve hatiye dorpêçkirin û rê li ber alîkariya mirovî û xizmetên tenduristiyê ve hatiye girtin. Kobanê ji hêla çeteyan ve hatiye dorpêçkirin û rê li ber alîkariyên mirovî û tenduristiyê hatiye girtin.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi rojane bi daxwaza vekirina korîdora jiyanî çalakiya nobeta mafê jiyanê li dar dixe. Platformê îro jî li pêşiya Nexweşxaneya Welidandin û Zarokan çalakiya xwe domand. Di çalakiyê de pankarta “Em ji bo mafê jiyanê nobetê digirin” hate vekirin”, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
‘Di demên zehmet de em li qadan bûn’
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Amedê Mehmet Nûr Ulus bal kişand girîngiya pêkanîn û girîngiya xizmetên tenduristiyê û wiha axivî: “Ji bo mafê jiyanê em têkoşîna xwe dimeşînin. Dema erdhej çêbû, em li qadê bûn, em di nav gel de bûn. Dema şer çêbû, em li qadê bûn. Em ji bo Kobanê jiyanê biparêzin.”
‘Dê têkoşîn derî veke’
Mehmet Nûr Ulus bal kişand ser astengkirina alîkariyên tenduristî û dorpêça heyî û wiha got: “Îro jî dorpêçkirinek li ser Rojavayê heye. Ji bo me ev dorpêçkirina gelê me û tenduristiyê ye. Ji ber vê yekê nobeta xwe didomînin. Di vê hêlê de divê em baş zanibin ku ev têkoşîna me dê deriyê Murşîtpinarê jî bide vekirin.”
Nobeda platformê piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.















