Di navbera Rêveberiya Xweseriya û Hikûmeta Demkî ya Şamê de peymanek pêk hat. Di peymanê de xalên gelek girîng cih digirin. Lê encama herî ber bi çav a peymanê ew e ku polîtîkayên înkarê yên li dijî gelê Kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiyê têkçû. Êdî li Sûriyê rewşek nû dest pê dike. Ligel destkeftiyên nirxbûha jî parastin û mezinkirina destkeftiyan wekî duh îro û sibê jî girêdayî rêxistinbûn û têkoşînê ye.
Li Sûriyê bi ragihandina peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de serdemak nû dest pê dike. Êdî 30yê Çile dê di dîroka Sûriyê de wekî serdemek nû bê nirxandin. Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn dê peyman di demek kin de bê bicihanîn.
Lê tevahiya xalan jî hê jî mihtacî nirxandin û şîrovekirinê ye. Bi giştî hêmanên bingehîn ên peymanê tên çi wateyê?
Parastina hêzên leşkerî destkeftiyek mezin e
Mijara herî sereke ya peymanê bêguman mijara hêzên ewlehiyê bû. Hikûmeta Demkî ya Şamê bi zordayîn û aqildayîna Tirkiyê herî zêde li ser vê xalê rawestiya. Armancek bingehîn a êrişên ji 6ê Çile heta niha tunekirina hêza ewlehiyê bû. Di wateya berfirehtir de jî armanca Tirkiyê ya sed salan û bi taybetî li Sûriyê15 salên dawiyê ev bû. Lê di encama berxwedanê de Rojavayê Kurdistanê ligel hemû êriş, komkujî û komploya navneteweyî jî dest ji mafê parastinê berneda û ev maf parast. Tevlêbûna HSDê li Hesekê wekî 3 tugayan û li Kobanê wekî tugayekê di vî warî de destkeftiyek girîng e.
Ewlehiya hundirîn dê ji Kurdan pêk bê
Mijara din a girîng pêkhateya îdarî û ewlehiya hundirîn e. Li gorî peymanê dê heyetek ji Hikûmeta Demkî ji bo entegrasyonê bikeve wilayeta Hesekê û dê entegrasyona hêzên asayîşê bi Wezareta Hundirîn a Hikûmetê re bide destpêkirin. Bi gotinek din asayîşa van bajaran dê bi awayek fermî tev li pergala Sûriyê bibe. Ev sazî teva wê girêdayî walîtiyê û meclîsa bajêr bin. Bi vî awayî saziyên li bajarên Kurdan bi hikûmeta navendî ve hatin entegrekirin jî dê ji hêla walîtiyê ve bên meşandin. Ji derveyî bajarên Kurdan ne di aliyê saziyên sivîl û îdarî ne jî di aliyê welehiyê de mûdahaleyek derveyî û şandina kesan çênebe.

Mafê xwerêvebirinê di deste Kurdan de ye
Mijarek din ku divê bê destnîşankirin jî rêveberên herêmî ye. Di vê çarçoveyê de Waliyê Hesekê ku tevahiya herêma Cizîrê digire navxwe dê ji hêla HSDê ve bê diyarkirin. Midûrê ewlehiyê jî dê ji nava kesên Şam pêşniyar bike ji hêla HSDê ve bê dayînkirin. Her wiha cîgirê Wezîrê Parastinê jî dê li ser pêşniyarên HSDê bê tayînkirin. Saziyên Rêveberiya Xweser dê bi saziyên Hikûmet Navendî ve bên entegrekirin. Lê dê tevahiya xebatkarên heyîn girêdayî meclis û walîtiya herêmê bixebitin û ji derve tayîn kirin çê nabin.
Bûdçeya herêmî dê bê terxankirin
Xalek girîng jî derbarê çavkaniyên nefte de ye. Di vir de jî dê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê rêve bibe bes para herêmê jî dê bê kişfkirin. Beşek dahatûyê dê ji Hikûmeta Demkî re biçe û beşek jî dê ji wilayetê re bê hiştin. Her wiha lêçûyînên xebatkarên saziyan jî dê ji hêla Hikûmeta Navendî ve bên pêşwazîkirin.
Xeta sor: Ziman û perwerdehî tê teqezkirin
Xalek din ku ji bo Kurdan ku xeta sor e; mafê ziman û perwerdehiyê ye. Di vê xalê de hin alî ji bo pêşerojê hatine hiştin. Li gorî vê yekê dê bi Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî re pêvajoya perwerdehiyê li ser esasê hesasiyetên Kurdan bê diyarkirin.
Pepman dawî li guherîna demografîk û tevkujiyê tîne
Xalek din a girîng ew e ku pêvajoya ev deh sale ji hêla Tirkiyê ve bi armanca guherandina demografiya Kurdistanê dimeşîne, bi dawî dibe. Kurdên ji Efrîn, Serêkaniyê û Helebê hatine koçber kirin dê vegerin ser axa xwe. Her wiha li van deran dê rêveberên ji van bajaran bên wezîfedarkirin.













