* Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku piştî peymana hatiyê îmzekirin divê gel nekeve rehawete û wiha got: “Heke rehavet hebe Kurd dê winda bikin. Sed sal berê li Kurdan çawa hat windakirin, hezên hegemon û herêmî dixwazin careke din Kurdan bidin windakirin.”
* Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû têkildarî peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de hate îzmekirin diyar kir ku ji bo talûkeya li Sûriyeyê bi dawî bibe divê destûreke demokratîk were amadekirin û got: “Divê bi vê peymanê êriş destkeftiyên gelê Kurd tune neyê hesibandin.”
* Ciwana enternasyonalîst Lena Sophie Schneider têkîldarî berxwedana gelê Kurd û Rojava axivî û got “Dema li Nisêbînê ciwanan ew sînor hilweşand û tev li berxwedana Rojava bûn, ev yek bandorê li ser min kir.”
* TJA, DEM Partî û HDKê dê di sibê 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê de li Kadikoyê meş û mitîngeke li dar bixe. Aktîvîstên TJAyê bang li hemwelatiyên Stenbolê kirin û gotin: “Em ê li qadan ‘Roja Rojava ya Cîhanê’ pîroz bikin. Jin, ciwan û tevahî gelê me divê tev li meş û mitîngê bibe. Ji bo azadiya Rojava em ê li qadan bin.”
* Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yilmaz û Hevberdevka Stenbolê Dîdem Yilmaz balkişandin ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bang li herkesî kirin ku tev li meşa Roja Rojava a Cîhanê bibin.
* Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Êlihê bi daxwaza winda werin dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên heftane berdewam bikin. (12:00)
* Çalakiya Dayik-Mirovên Şemiyê dê di heftaya 1088emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê berdewam bike. (12.00)
* Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) dê têkildarî êrişên li ser Rojava li Nisêbînê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Tora Mafê Zarokan, tekildarî binpêkirina mafên zarokên li Rojava dê li Sumer Parkê daxuyanî bide çapemeniyê (14:30)
Kirmanckî
*Hemsereka DBP’yî Çîgdem Kiliçgun Ucare derheqê pêkerdişê mabênê HSD û Şamî de qisey kerd û va: “Bi nê pêkerdîşî ra dima ez eşkena vajî ke letê Kurdîstanî yê didîne de sîyasetê înkarî werte ra darîya ve. Paradîgmaya birêz Ocalanî sere de xoverdayîşê QSD û şarê Rojavayî û heme kurdanê çar parçeyan yê dinya û dostanê kurdan hurînda xo dîye.”









