Şandeya KNKê bi şandeya Kurdî ya Hevbeş ku ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatibû avakirin re civiya û li ser pêşdeçûnên li Rojava, rêbazên yekkirina vîzyon û yekhelwestiya Kurdistanê nîqaş kirin.
Şandeya ji hevserokê KNKê Ehmed Karamûs, endamê Koordînasyona Serokatiya KNKê Şêrko Hemê Emîn, endamê Koordînasyona KNKê Dr. Hekîm Ebdurehîm, endama Koordînasyona Serokatiya KNKê Perwîn Ezîz, endama Koordînasyona KNKÊ Mecde Ebas û endamê Komîteya KNKê ya Rojava Silêman Îlyas û endamê Desteya Rêveber a KNKê Ekrem Hiso pêk tê, bi şandeya Kurdî ya Hevbeş re li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê civiya.
Şandeya Kurdî ya Hevbeş ji Hevseroka PYDê Perwîn Yûsif, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Selah Derwêş, Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl, endamên Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso û Feysel Yûsif, cîgirê Sekreteriya Partiya Demokrat a Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê ehmed Silêman pêk tê.
Di civînê de pêşdeçûnên dawî li Rojava hatin nîqaşkirin, girîngî ji bo rêbazên yekkirina vîzyonê û yekhelwestiya Kurditanî di vê qonaxê de hat dayîn.













