Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ku li Osloyê meş pêk anîn, pemaya yekîtîk û berxwedanê dubarekirin.
Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li paytextê Norvecê Osloyê bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meş û mîtîngek lidar xist. Girseya ku li ber stasyona trênê ya navendî ya bajêr kom bû, qad bi al û rengên Kurdistanê xemiland. Girseya pankarta, “Rojavayê Kurdistanê biparêze” vekir, durişmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojhilat”, “Jin Jiyan Azadî” û “Gelê Kurd yek e” berz kir.
Di mitînga piştî meşê de gelek axaftin hatin kirin û girîngiya berdewamkirina berxwedanê hate destnîşankirin. Parlamenterên Norwecî Marian Hussein, Trine Lise Sundnes, Bjørnar Moxnes û Bjarte Bjørsvik jî tev li mitîngê bûn û piştgirî dan berxwedana Kurdan. Parlementeran balkişandin ser girîngiya têkoşîna gelê Kurd ji bo Rojhilata Navîn û peyama piştgiriyê dan.
Çalakî bi çepik û sloganan bi dawî bû.













