AVKAMEDê di sala 2025an de li nava bajêr û gundan Amedê bi giştî 263 hezar metre xetên ava vexwarinê, kanalîzasyon û xeta ava baranê kişand.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê xebatên xwe yên sala 2025an ên li navenda bajêr û gundan hin agahî parve kirin. AVKAMED da zanîn ku zêdebûna hejmara welatiyan pêdivî bi xizmetên binesaziyê derxistiye holê.
Li navçe û gundan xebatên avahîsaziya bingehîn
Serokatiya Daîreya Herêma 1emîn, li navçeyên Bismil, Farqîn, Pasûr, Çinar, Karaz, Hezro û Lîce 50 hezar metre xet çêkir. Serokatiya Daîreya Herêma 2yemîn jî li 43 taxên Egîl, Erxenî, Çêrmûk, Çungûş, Pîran û Hênê 40 hezar metre xeta binesazî xist xizmetê.
Li navçeyên navendê xetên şebekeyê hatin nûkirin
Ji aliyê Daîreyên Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ve li navçeyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê bi giştî 51 hezar metre xeta avê ya nû hat danîn. Di çarçoveya xebatên Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avahisaziyê de li ser xetên sereke (îsale) 122 hezar metre xebata binesaziyê hatiye kirin.
Bi giştî 263 hezar metre xeta avahîsaziya bingehîn
Li gorî daneyên dawiya salê 180 hezar metre xeta ava vexwarinê û 83 hezar metre xeta kanalîzasyon û ava baranê; bi giştî 263 hezar metre xeta avahîsaziya bingehîn li Amedê hat zêdekirin.
Gerînendeyê Giştî yê AVKAMEDê Mehmet Şerîfoglû derbarê xebatên şaredariyê de diyar kir ku dê xebatên wan di çarçoveya plansaziya demdirêj berdewam bikin.





























