TTB, SES, Odeya Tabîban a Semsûrê raporên xwe ya 3 salan a erdhejê ya Semsûrê aşkera kirin û gotin ku tevî 3 sal ser erdhejê derbas bû, pirsgirêka tenduristiyê berdewam dike. Egitim Senê jî di rapora perwerdehiyê de aşkera kir û got ku xwendekar nikarin xwe bigehînin perwerdehiyê.
Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Bijîşkan a Tirk a Semsûrê û Şaxa Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê (SES) ya Semsûrê, Sendîkaya Karkerên Perwerdehiyê û Zanîstê (Egitim- Sen) a Semsûrê di avahiya KESKa Semsûrê de raporên xwe yên 3yemîn ên salvegera erdhejê ya Semsûrê eşkere kirin. Di serî de rapora 3 salan a erdhejê ya tenduristiyê hat aşkera kirin.
‘Nexweşxane nikarin pêdiviyan dabîn bikin’
Rapora 3 salan a erdhejê ya tenduristiyê ji aliyê Endama Konseya Navendî ya TTBê Ayşegul Ateş Tarlan ve hat aşkerakirin. Ayşegul Ateş Tarlan di raporê de bal kişand ser kêmasiya sazî û amurên tenduristiyê û wiha got: “Li Semsûrê nexweşxaneyên dewletê, AMATEM, KETEM û Fakulteyên TIPê nikarin pediviyên tenduristiyê ya welatiyan dabîn bikin.”
Piştgiri derûnî û mafê perwerdeya zimanê dayikê
Piştrê Egitîm-Senê rapora perwerdehiyê ya 3 salên erdhejê aşkera kir. Serokê Egitim Sena Semsûrê Kemal Irmak xwend. Kemal Irmak anî ziman ku tevî 3 sal derbas bûnê jî pirsgirêkên perwerdehiyê li Semsûrê çareser nebûne û got ku divê ji xwendekarên ku di konteyneran de dijîn re piştgiriya derûnî jî bê kirin û mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya xwendekaran were pêkanîn.”


















