Dorpêçkirina Kobanê ya ji aliyê komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve tê maşandin di roja 19emîn de berdewam dike. Li gorî Peymana 30yê Çile diviyabû di 2yê Sibatê de dorpêç bihata rakirin lê hê jî bi israr tê domandin û peyman tê binpêkirin. Hêzên Kurd jî hişyarî didin ku demildest dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.
Ligel garibest û Peymana 30yê Çile ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat jî dorpêçe li ser Kobaniyê di roja 19an de jî dom dike. Ranekirina dorpêçê ji wekî tengavkirin û girêdayî vê yekê hewildana şikandina îradeya gelê Kobaniyê tê nirxandin. Li bajarê ku nîv milyon mirov lê dijîn, bi boneya dorpêça komên Şamê û ambargoya Tirkiyeyê di bin xeteriyek mezin de ye. Ji ber ku malbatên Kurd ên li Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û koçberên Efrîn û Şehbayê ji ber êrişan xwe spartin Kobaniyê û ji ber vê yekê jî pêdiviyên li bajêr di astek jor de zêde bûne.
Pêwistiya tenduristî û dermanan zêdetir dibe
Kobanê hem berpirsyariya koçberên bi darê zorê ji herêmên xwe koç kirine, rakiriye, hem jî li hemberî êrişan li ber xwe dide. Ji aliyê tenduristiyê ve gelek derman nayên peydekirin, bi taybet kesên nexweşiya şekir û tansiyon û gurçikan bi wan re hene, zehmetiyê dikişînin. Her wiha kesên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, ji ber dorpêçê nikarin tedawiya xwe berdewam bikin. Ji ber ku nivîsa bajar derketiye du qatan pêwistiyên jiyanî jî zêde bûne û ev yek stoqên heyî bi lez kêm dike.
Gel bi hevgiriyê li ser pêyan dimîne
Ligel dorpêç û ambargoyê jî gelê Kobanê hemû koçberên hatîn bi dilgermî pêşwazî dike û derfetên xwe bi wan re parve dike. Li her malekê çend malbatên ji derve hatîn dimînin û malbat derfetên xwe bi mêvanan re parve dike. Rêveberiya Xweser û tevahiya welatiyên Kobaniyê bi awayek komînî hewl didin li ser pêyan bimînin.
Tirkiye gihandina alîkariyan asteng dike
Ligel dorpêça komên Hikûmeta Demkî, Tirkiye jî ambargoya li ser Kobaniyê didomîne. Tevî hemû hewldanên sazî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê jî dewleta Tirk destûr nade ku alîkarî derbasî Kobaniyê bibe. Çav li rê ye ku cardin alîkariyên li Bakur hatiye komkirin, derbasî Kobaniyê bê kirin. Sazî dezgehên Kurd ku hêj alîkariyê kom dikin, anîn ziman ku hewldanên wan di qada navneteweyî û NYê re didomin. Hate zanîn ku bi NYê hevdîtin hatine kirin û dê alîkariyê bi hevgiriya NYê derbasî Kobaniyê bê kirin.
Hêzên Kurd hişyarî didin
Hêzên Kurd ango Rêveberiya Xweser û HSD jî hişyarî didin ku demildest dorpêça li ser Kobanê bê rakirin û rewş asayî bibe. Di encama hevdîtinên rêveberiya Kobaniyê û rêveberiya Helebê de çav li rê ye îro di warê rakirina dorpêçê de hin tişt zelal bibin.













