Li paytexta Japonya Tokyoyê, xebatên akademîk ên li ser dîrok û nasnameya Kurdî di asta navneteweyî de tên nîqaşkirin.
Li paytexta Japonya Tokyoyê, bi beşdariya akademisyenên navneteweyî komxebateke bi navê “Cîhana Kurdan” birêve diçe. Duh li saziya ILCAA ya ku di bin banê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê de ye bi sernavê “Cîhana Kurd” dest pê kir. Ev xebata ku bi awayekî rûbirû tê birêvebirin, îro di roja xwe ya duyem de bi rûniştinan berdewam dike.
Di rûniştinên roja yekem de, pêwendiyên çandî û siyasî yên di navbera Japonya û cîhana Kurdî de hatin nirxandin. Akademîsyenên japonî û lêkolînerên Kurd li ser van xalan sekinîn; “Guhertin û geşedana xebatên Kurdî li Japonyayê”, “Têkiliyên dîrokî û dîplomasiya çandî” û “Cihê Kurdan di siyaseta cîhanê de.”
Kurdistana îro
Di çarçoveya bernameyê de, rewşa îro ya Kurdistanê hat nîqaşkirin. Pêvajoyên guhertina civakî, tevgerên olî û veguherînên siyasî bi hûrgilî hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku civaka Kurd ne civakeke rawestiyaye, lê belê xwedî pêkhateyeke pirreng û dînamîk e. Di rûniştinan de hat destnîşankirin ku Kurd êdî naxwazin dîroka wan ji aliyê serdestan ve bê nivîsandin, lê belê bi vîna xwe ya akademîk vegotineke nû ava dikin.
Îro di rûniştinên roja duyem de, mijarên bingehîn ên dîroka Kurdistanê dê bên nîqaşkirin.













