Li Cenevre û Bûrkselê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan bi slogana, “Ji bo Rêber Apo Azadî ji bo Rojava Statû” dest bi meşê kirin.
Sazî û dezgehên Kurdistanê bi armanca derbirîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestina statûya ji bo Rojavayê Kurdistanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê û paytextê Belçîqayê Brûkselê hatin cem hev. Girseyên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, pankarta, “Ji bo Ocalan azadî ji bo Rojava statû” û “Rojava biparêze” vekirin. Di meşa bi beşdariya deh hezaran kesî dest pê kir de sloganên, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Her wiha di dema meşan de sirûdên şoreşê hatin guhdarkirin. Girse bi coş û peroşek mezin azadiya Ocalan û statûya Rojava diqêre. Meş ber bi qadên mitîngan ve berdewam dike.
Berfirehiya nûçeyê tê…













