Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û yekitiya neteweyî ya Kurd, li navçeya Şemzînanê bi rûsipiyan re civîn li dar xist û yekitiya neteweyî nîqaş kir.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi şîara “Em ê bi ruhê yekitiyê bi ser kevin” li avahiya Navenda Perwerdehiyê ya Gel a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê civînek pêk anî. Di çarçoveya civînê de însiyatîf bi alim, mele û rûspiyên Şemzînanê re hatin cem hev, pêvajo û yekitiya neteweyî nîqas kirin. Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, rêveberên saziyên sivîl, mele, mixtar, ode û rûspî tev li civînê bûn.
‘Berxwedana Kurdan hişmendiya netewedewletan têk bir’
Civîn bi deqeyekê rêz girtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser têkoşîn û bedelên ku gelê Kurd heta niha danê û got: “Heke îro em dikaribin bi zimanê xwe biaxivin saya van bedelan û têkoşînê ye. Di saya van bedelan de êdî hemû dinya hebûna gelê Kurd qebûl dike. Piştî têkoşîna 52 salan, ew qas bedel îro şûn ve em bi tu awayî nahilên tu netewedewlet mafên gelê Kurd, çand, ziman û hebûna gelê Kurd tune bike. Mînaka berxwedanê ya herî girîng jî berxwedana 2014an a li Rojava ye. Li Rojava berxwedana gelê Kurd hişmendiya qirêj a netewedewletan têk bir. Jiyan û modela rêvebiriyê ya ku li Rojava hatiye avakirin ji bo hemû cîhanê bû mînak.”
‘Yekitiya gelê Kurd planên qirêj têk birin’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewama axaftina xwe de li ser giringiya yekitiyê jî sekînî û ev tişt got: “Çawa ku 2014an de bi êrişên DAIŞê yên li ser Kobanê gelê Kurd yekitiyeke xurt nîşan da û Kobanê parast, îro jî ji 6ê çileyê ve heta niha dîsa gelê Kurd bi rihê neteweyî û yekitiyê li Rojava xwedî derdikeve. Li her aliyê Kurdistanê ev yekitî derket holê. Rola birêz Abdullah Ocalan, birêz Mesûd Barzanî û birêz Bafil Talabanî di vê xwedîderketina li Rojava da girîng bû. Piştî vê yekitiyê êdî tu hêz nikare li ser maseyan, di derheqê mafên gelê Kurd, nasname û hebûna gelê Kurd de planên qirêj bike. Yekitiya gelê Kurd van planan hemû pûç kir. Me îro li Rojava ev yek dît. Em wek însiyatîf û saziyên din xebatên ji bo yekitiyê dimeşînin, lê ev têrê nake. Pêwist e mezinên me, rûspiyên me jî vê berpirsyariyê bigirin ser xwe, karê yekitiyê karê me hemûyan e, çi ji destê me kê tê divê em bikin.”
Dûre rêveberê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Lokman Ozdemîr da zanîn ku hemû rûspiyên Kurd berpisyarê vê pêvaşoyê ne. Lokman Ozdemîr diyar kir ku Şemzînan ji ber ku di navbera Rojhilat û Başûr de ye gelek watedar e û got: “Em kîjan olê baver bikin bila bikin pêwîste çand were parastin. Bo çi gava yekê Filîstînê tê kuştin herkes ser piyan e, gava Rojavayê kuştin çêdibekes ranabe ser pêyan, ma em ne mirovin. Şemzînan salên 90î de kirin cihê hîzbûlkontrayan, ew xelas bûn lê niha jî cemeet derketin.”
‘Em Kurd û Kurdistanî ne’
Herî dawî Mehmet Kamaç mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Heke miletê kurd, yek dengiya xwe, yekrêziya xwe ava bike, 50 mîlyon hejmara Kurdan d Rojhilata Navîn de ti kes nikare me têk bibe. Em dibin her tişt lê em tenê nabin Kurd. Em dibêjin Qazî Mihemmed em in, Seyîd Riza em in, Şêx Seîd em in, ev rêxistin heta niha jî ew bûye. Em Kurd û Kurdistanî ne. Ez bang li seydayên me dikim, bila pêşengiya vî milletî bikin, bila xwedî nasnamaeya xwe derkevin, bila milê xwe bidin gel. Em dibêjin yên ku gorî Quran û dînê Îslamê tev digere miletê Kurd e. Hûn dizanin tûfana enfalê ayeta enfalê destpêkir. Yekitiya miletê Kurd di vê serdemê de ji av û nan grîngîtir e. Gava erîşê me dikin nabêjin ew seyda ye, ew komînîst e, ew elewiye, erîşê me hemûya dikin, dixwazin me hemûyan tune bikin.”
Piştî axaftinan civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.














