* Welatiyên Amedê têkîldarî Komploya 15ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman ku ev komplo dê bi yekîtiya Kurdan têk here û gotin: “Ev komplo li dijî gelê Kurd hatiye meşandin û dê bi yekîtiya Kurdan jî têk biçe.”
* Aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy û Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz diyar kirin ku Şoreşa Rojava bi keda jinan derketiye holê û gotin: “Em qebûl nakin ku tu destkeftiyên gelê Kurd ji holê bê rakirin. Divê destkeftiyên jinên Kurd bên parastin.”
* Di peymana ku di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hate îmzekirin de xaleke herî girîng jî bi dawîkirina dagirkeriya li bajarên Kurdan yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû. Di gel demeke dirêj di ser de derbas bûye jî dewleta Tirk hê jî ev herêm vala nekirine da ku niştecihên van bajaran vegerin warê xwe. Yek ji van bajarên di bin dagirkeriyê de ye jî Girê Spî ye ku di êrişa 2019an de hatibû dagirkirin. Girê Spî ew herêm e ku berê ji hêla Rejîma Baas ve ji bo bandora Kurdan lê bê şikandin bi demografiya wê hatibû lîstin. Niha ev bajar jî li bende ye ku dagirkeriya li ser bi dawî bibe.









