Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoya Amerîkayê rûniştinek ji bo siberoja Sûriyeyê li dar xist. Di rûniştinê de hat gotin ku divê DYA û civaka navneteweyî nehêlin êrişên nû pêk bên.
Komîteya Kar û Barên Derve ya Senatoya Amerîkayê rûniştina guhdarîkirina fermî û vekirî ji bo nîqaşkirina siberoja Sûriyeyê û siyaseta Amerîkayê ya piştî pêvajoya Beşar Esed li dar xist.
Di rûniştinê de, Seroka berê ya Komîteya Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza hişyarî da, eger di 4 salên bê de tu guhertinek bingehîn di siyaseta desthilatên nû yên Sûriyeyê de çênebin, wê komkujiyên nû pêk bên.
Nadine Maenza di îfadeya xwe ya li Kongreya Amerîkayê de hişyariyek tund da û got “delîlên tirsnak” ên serjêkirin û îşkencekirina şervanên Kurd bi destê hêzên di vê dawiyê de tev li sazûmaniya ewlehiya fermî ya Sûriyeyê bûn, hene.
‘Divê têkiliyên Amerîka bi Şamê re li ser misogerkirina herêmên Kurdan be’
Nadine Maenza daxwaz kir ku “Qanûna Rizgarkirina Kurdan” were qebûlkirin. Nadine ragihand ku her têkilî yan normalîzekirina têkiliyên Amerîkayê bi Şamê re divê bi misogerkirina parastina herêmên ku piraniya wan Kurd lê ne ve girêdayî be. Her wiha hişyarî da ku modela piralî ya ku ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye avakirin di bin gefê de ye, ji ber ku endamên “Îslamîst” di nav saziyên dewleta Sûriyeyê yên nû de cihên fermandariyê digirin.
Nadine têkildarî peymana 30ê çileyê ya di navbera HSD û hikümeta demkî de anî ziman ku ev lihevkirin niha nikare bê nirxandin, ji ber ku bi asta pratîzekirina wê ve girêdayî ye. Nadine her wiha destnîşan kir ku tenê temsîliyeta sembolîk a Kurdan, digel bilindkirina asta kesên ku bi sûcên şer têne tawanbarkirin û rastî cezayên navneteweyî hatine, bo erkên bilind, dihêle sozên hemwelatîbûna wekhev ji bo Kurdan bi xetereyên hebûnî yên rastîn re rû bi rû bin.
Li aliyekî din jî, lêkolînerê Enstîtuya Siyaseta Rojhilata Nêzîk Andrew Tabler, di îfadeya xwe ya li ser qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê de got ku modela rêveberiyê li Şamê hîn jî pir navendî ye, bi awayekî fermî danûstandinê bi pêkhateyan re dike, di rêveberiyê de ne weke şirîkatiyek rastîn e.
Tabler diyar kir ku tevî lihevkirina di navbera HSD û Şamê de jî, dûrxistina aktorên Kurd ji pêvajoya diyaloga neteweyî dê meşrûiyeta sîstema nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoyê hişyar kir ku pêvajoya entegrekirina dezgehên ewlehiyê ji reformek sazûmanî ya rastîn bêtir dişibe “bilindkirina alê”.
Tabler destnîşan kir ku gelek “milîs”, di nav de komên bi piştgiriya dewleta Tirk hîn jî di cihên fermandariya serbixwe de. Ev yek deverên ku piraniya wan Kurd in di rewşek nezelaliya serwerî û kaosê de dihêle.
Di dawiyê de Tabler got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di danûstandinên bi hikûmeta Şara ya li Şamê re rêbaza “polîsê baş bi karanîna bijartî ya polîsê xirab” bi kar tîne. Ji ber ku ew di ezmûnekê de ye ku Washington cezayan li ser ferz bike, da ku HSDê û Kurdan ji tevgerên leşkerî yên dawî biparêze.
Divê Amerîka garantorê aktîv ê mafên Kurdan be
Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku divê DYAyê “pabendî erka exlaqî be” ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê pêkanînên nebaş li dijî hevalbendên Kurd nekin. Jeffrey got peymana di 30ê çileyê de hatiye îmzekirin bi pêş ve diçe, divê Washington granatorê aktîv a mafên Kurdan be.
Girêdayî zêdebûna tundiyê, Senator Gregory Meeks, ku endamekî payebilind ê Komîteya Karûbarên Derve ya Senatoyê ye, hişyarî li ser zêdebûna fikarên tundûtûjiyê li dijî komên olî û etnîkî li Sûriyeyê, di nav de êrişên li ser perestgehan, da. Ji ber ku ev yek her hêviyek ji bo avakirina paşerojeke Sûrî ya berfireh piştî Esed tehdît dike.
HSD şirîkê bingehîn ê DYAyê ye
Meeks da zanîn ku HSD hîna şirîkê bingehîn ên DYAyê di têkoşîna li dijî terorê de ye. Meeks diyar kir ku Kurdên wêrek û hevalbendên Washingtonê yên DAIŞ têk birine îro bi pêleke nû ya tundiyê û nebaweriyê re rû bi rû ne.
Meeks lihevkirian 30ê çileyê pêwazî kir, lê da zanîn ku pêwîstî bi vîzyona pabendiya pratîkî ya berbiçav ji aliyê rêvebeirya Sûriyeyê ve hebe ku binpêkirinên li dijî pêkhateyan rawestin, Kurd û tevahî pêkhate werin parastin.
Di heman çarçoveyê de, senator Brian Mast got ku Sûriye hîn jî ji pêkanîna bendewariyên Amerîkayê pir dûr e, ji ber ku tedbîrên vê dawiyê yên li dijî Durzî, Kurdan û hevalbendên Washingtonê gavên di rêça xelet de temsîl dikin.
Mamosteya pratîkî ya Zanîngeha Johns Hopkins û lêkolînera mêvan li Enstîtuya Brookings Dr.Mara Karlin got ku hikumeta Şamê hewl dide modelek “Sûriyeya yekgirtî” ya pir navendî pêk bîne, lê HSD modelek nenavendî ya rêveberiyê tercîh dike.
Dr. Mara diyar kir ku ji bo Kurdan, entegrasyona rastin di dewleta Sûriyeyê de pêdiviya xwe bi hestkirina ewlehiyê heye, ku ji bo wan siberoja siyasî û çandî misogerkirî ye.
Dr. Mara destnîşan kir ku naskirina zimanê Kurd weke zimanê neteweyî nîşaneya girîng e, lê divê DYA û civaka navneteweyî nehêlin êrişên nû pêk bên û hişyarî da ku divê Kurd werin parastin, ne li ser hesabê çareseriyên lez û şeklî.













