• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

    Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

    Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

    Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

    Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

    Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

    Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

    Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

    Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1
Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Serdar Altan / AW

11 SIBAT 2026 - 09:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Komploya navnetewî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di sala xwe ya 27emîn de ye. Komplo, birêvebirin û bi encamên ku derxistin holê hîna jî di rojeva Kurdan û cîhanê de ye. Abdullah Ocalan, ev 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Her çiqas piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tecrîd bi awayekî şikiyabe jî gelê Kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya rêberê xwe dixwaze.

Di roja ku rûpelên salnameyê 16ê Sibata 1999an nîşan dida, di serê de gelê Kurd, tevahiya cîhanê bi nûçeyeke girîng çavên xwe ji rojê re vekirin. Di televîzyonan de nûçeyên “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin” dihatin weşandin. Ji wê roja ku wek “roja reş” ket rûpelên dîrokê şûn de dê êdî tu tişt wekî berê nebûya. Ne ji bo gelê Kurd, ne jî ji bo hêzên komploger ên ku li dijî Kurdan zilmê rewa dibînin.

Piştî serhildanên ku ji hêla kesayetên mîna Şêx Seîd û Seyîd Riza ve li dijî parçekirina Kurdistanê bo çar parçeyan û siyaseta kûr a înkar û asîmîlasyonê ya li ser gelê Kurd hate ferzkirin bi qetlîamên mezin hatin têkbirin, dîrok şahidiya serhildan û berxwedana herî mezin a Kurdan kir, ku di bin serokatiya Abdullah Ocalan de dest pê kir.

Di têkoşîna dîrokî de ku Abdullah Ocalan bi damezrandina PKKê dest pê kir, komployek navneteweyî ya bi armanca bidawîkirina Tevgera Azadiya Kurd hate organîzekirin, armanca wan jî Ocalan bi xwe bû. Di encama têkoşîna ku ji hêla Ocalan ve hate rêvebirin de gelê Kurd bûye gelekî ku ji hêla tevahiya cîhanê ve tê naskirin û Ocalan wekî parazvanê wê ji hêla cîhanê ve hatiye pejirandin. Paradîgmaya ku wî afirandiye, bi taybetî di nav Kurdan de lê di heman demê de li çar aliyên cîhanê bi awayekî dilxweşî hatiye pêşwazîkirin.

Abdullah Ocalan ê ku li dijî dagirkerî û konsepta înkar û îmhayê ya ku hêzên navnetewî li dijî gelê kurd dimeşînin, 29mîn serhildana Kurd pêş xist û gelê Kurd ji nû ve ji xewê şiyar û zindî kir. Di 15ê Sibata 1999an de bi komploya navnetewewî radestî dewleta Tirk hat kirin.

Di 27emîn salvegera komploya navneteweyî de, bi rêze dosyeya “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve” em ê hewl bidin komploya 15ê Sibatê ku weke “roja reş” dihat binavkirin careke din bi bîr bixin û piştî komployê di nava 27 salan de çi qewimîn bi were parve bikin.

Doza Kurdan ji nû ve şîn dibe

Dîroka têkoşîna Azadiya Kurd ku Abdullah Ocalan di dawiya salên 1960an de li ser bingeha ramanên xwe yên li ser rizgariya gelê Kurd dest pê kir, di wê serdemê de jî zemîna xurtkirina tevgera siyasî ya Kurd amade kir. Abdullah Ocalan dema ku li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dixwend, piştî ku di destpêka salên 1970yî de di DDKO û paşê di hin rêxistinên çepgirên Tirk de çalak bû, bi ciwanên ku li dora xwe kom kiribûn, li ser bingeha teza “Kurdistan mêtîngeh e” fraksiyonek çepgir a nû ava kir. Piştre bingeha têkoşîna Azadiya Kurd a demdirêj wekî encamek biryarên ku ji hêla komek ji 6 kesan pêk dihat di 1ê Gulana 1973an de, di bin serokatiya Ocalan de li nêzî Bendava Çubukê ya Enqereyê civiyan ve hat danîn.

Piştî biryarên ku koma bi serokatiya Ocalan di civînên taxên Dîkmen û Tuzluçayir ên Enqereyê di Çileya 1977an de ji bo çûna Kurdistanê hatin dayîn, bi xebatên qadê dest pê kir. Koma di bin serkêşiya Ocalan ku wekî “Apocî” û “Artêşa Rizgariya Neteweyî” dihat nasîn, roj bi roj mezin dibû. Her ku tevger mezin dibû, bi awayekî vekirî dibû hedefa dewleta Tirk.

Rêwitiya Ocalan û hevrêyên wî piştî ku yek ji pêşengên tevgêrê Hakî Karer ji aliyê rexistina sîxur Stêrka Sor ve hat kuştin, bi biryara partîbûnê di 27ê Mijadara 1978an li gundê Fîsê ya ser bi navçeya Licê ya Amedê ve bi damezrandina PKKê veguhest hêzeke nû. Piştî ku hat damezrandin, PKK bi taybetî ji bo xwe di warê leşkerî û teorî de bi pêş bixe, li qempên Bekaayê a Lubnanê dest bi perwerdehiyan kir. Bi perwerdeyên leşkerî û teorî PKK di salên 1980yî de ji aliyê tevahiya cîhanê ve wek rêxistineke şoreşger hat nasîn.

Beriya darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, Abdullah Ocalan biryar dide ku derkeve derveyî Bakurê Kurdistanê û bi ser navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê ango qada Sûriyeyê dibe. Di pêvajoya darbeya leşkerî y 12ê Îlonê de di heman demê de li Zindana Amedê kadroyên Tevgera Azadiyê li ber xwe didan û li ber îşkence û zilmê radibûn. Pêşengên Tevgera Azadiyê yên di Zindana Amedê dîl hatibûn girtin, bi ruhê xwe yê berxwedêr ê navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîroka gelê Kurd de nivîsandin.

Di sala 1984an de ji aliyê baskên leşkerî ya PKKê ve Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) damezrandina xwe îlan kir. Piştî vê biryarê bi “Pêngava 15ê Tebaxê” ji aliyê fermandarê navdar yê HRKê Mahsum Korkmaz bi nasnavê “Egîd” ve bi çalakiya çekdarî li ser Eruhê têkoşîna leşkerî ya PKKê da destpêkirin.

Paradîgmaya Ocalan hêzên hegemon aciz kir

Bi pêşengtiya Ocalan, tevgera azadiya Kurd bi taybetî li qada Rojhilata navîn li hember hişmendiya netewdewlet, di demek kurt de pêşketinin girîng bi dest xist. Bi taybetî bi destkeftiyên leşkerî, her ku diçû bandoreke mezin li erdnîgariya Rojhilata Navîn dikir. Ev bandor wek şitlên darekî berbalav dibû û hêzên şoreşger ên cîhanê jî ji PKK ya ku rêbertiya wî Ocalan dikir, hêvî û hêz digirtin. Di encama têkoşînê de Ocalan ji liyê tevahiya cîhanê ve wek rêberekê aştîxwaz, tevgera azadiya Kurd jî wek rêxistineke ku ji bo azadiya gelan têdikoşe hat nasîn. Paradigmaya ku Ocalan ji bo jiyaneke azad û demokratîk afirand jî, ji bo rizgariya gelan wek çarenûs bû.

Bêguman ev yek hem Ocalan hem jî tevgera azadiyê xist hedefa hêzên navnetewî. Lewre destkeftiyên Ocalan û tevgera azadiya Kurd PKKê di heman demê de dihat wateya têkçûyîna hêzên netewdewletan. Her wiha hêzên ku li ser Rojhilata Navîn hesabên mezin dikirin, Ocalan wek astengiya herî mezin didîtin.

Di pêvajoya ku li Rojhilata Navîn, ji bo netewdewletiyê pêşketin pêk dihatin, tevegera azadiya Kurd bi pêşengtiya Ocalan, xebatên têkbirina netewdewletiyê û pêşxistina netewa demokratîk dimeşand. Ev yek jî li hember pergela kapîtalîst xetereya herî mezin bû.

Hewldanên tunekirinê destpê dikin

Bi taybetî dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina Ocalan û tunekirina PKKê dest bi hesab û planên sûîqastê kir. Yek ji sûîqastên li dijî Ocalan a herî mezin teqîna 1996an a li Şamê bû. Îstîxbarata Tirkiyeyê MÎT, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşê Ocalan kir. Lê ev êrîşa dewleta Tirk encam neda, Ocalan ji vê sûîqastê beyî ku zirar bibîne xilas bû. Piştî vê yekê evcar dewleta Tirk bi gefan ji Sûriyeyê xwest ku Ocalan dersînor bike.

Di van demên ku li dijî Ocalan û PKKê planên tasfiyekirinê dihatin kirin de, PKK bi pêşengtiya Ocalan cara yekem di sala 1993an de ji bo aştî pêşbikeve agirbest îlan kiribû û ev biryara agirbestê di sala 1998an de jî dubare bibû. Lê li gel van hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê, plan û êrîşên qirêj ên dewleta Tirk û hêzên navdewletî jî dewam dikirin. Hêzên komploger ên ku Tirkiye jî di nav wan de bû, ji bo Ocalan radestî wan bike li dijî Sûrî dest bi zextên siyasî û leşkerî kirin. Dewleta Tirk bi bicihkirina leşkerên li ser sînor gef li dewleta Sûrî xwar. Yek ji van gefên dewleta Tirk jî dagirkirina Şamê bû. Fermandarê Bejahiyê yê artêşa Tirk Atîlla Ateş, di wê serdemê de li ser sînorê Rovayê Kurdistanê-Tirkiyeyê bi tetbîqatên leşkerî, gefa “heke hûn Ocalan radestî me nekin, em ê heya Şamê werin” li Sûriyeyê dixwar.

Hevkariya hêzên navdewletî û yên herêmê

Li gel van gefan, di 17ê Îlona 1998an de li Washingtonê di navbera PDK, YNK û Amerikayê de civînek hat lidarxistin. Mijara vê civînê jî dîsa tasfiyekirina Ocalan û PKK’ê bû. Piştî vê civînê li ser li hevkirinê êrîşên dewleta Tirk hewldan zêdetir bûn.

Di encama lihevkirina navbera Tirkiye, Sûriye û Misrê de biryar hat dayîn ku Ocalan ji Sûrî bê derxistin. Ev lihevkirina qirêj, di 20ê Cotmehê de bi awayek fermî eşkere bû. Her wiha di 19ê Cotmehê de di encama civîna ku li Edeneyê ya ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hat lidarxistin de, hat daxuyankirin ku “Ocalan êdî ne li Sûrî ye û dê ji vir şûn de destûr neyê dayîn ku têkeve Sûriyeyê.”

Li dijî hewldanên komployê li pêşiya Ocalan du rê hebûn, an dê vegeriya qadên Parastina Medyayê an jî dê derbasî Ewropayê bibûya. Ocalan rêya duyem bi gotina “Ez dixwazim rola xwe bi rêyên siyasî bilîzîm” bijart.

Rêberê Gelê Kurd di hevdîtinên xwe yên girava Îmraliyê de der barê mijarê de wiha digot: “Min baş dizanibû ku hêzên netewdewlet dixwastin li dijî min plana îmhayê pêk bînin. Ev plan, planeke berfireh a îmhakirinê bû. Heke ez vegeriyam qadên parastina medyayê dibe ku gelek heval jî bi min re bihatana şehîtkirin, ji ber vê bi armanca pêşxistina rêyên çareseriyê min berê xwe da Ewropayê…”

9ê Cotmeha 1998an: Ocalan ji Sûrî derdikeve

Li ser hewldanên komplogeran Ocalan neçar ma ku Rojhilata Navîn biterikîne. Bi armanca rêyên çareseriyê di qada siyasetê de bibîne, di 7ê Cotmeha 1998an de li Sûrî bi wezîrê ragihandinê yê Yewnanî yê wê demê Konstantinos Bantouvas re hevdîtin pêk anî. Bantouvas, temînat da Ocalan ku dê li Yewnenîstanê alîkarê bidin hewldanên Ocalan ên çareseriyê. Li ser vê hevdîtinê, Rêberê Gelê Kurd di 9ê Cotmeha 1998an de ji şamê derket û li ser vexwendina Yewnanistanê berê xwe da vî welatî. Ev roj di heman demê de dibe destpêka pêvajoya komploya navnetewî ya 15ê Sibatê.

Dema Ocalan gihîşt balafirgeha Yewnanistanê, bi saetan destûra têketina welêt nayê dayîn û ew li wir tê rawestandin. Wezîrê Yewnanî yê ku divê li Yewnanistanê Ocalan pêşwazî bikira jî wê peywira xwe bi cih naîne. Paşî derket holê ku Yewnanistan jî yek ji perçeyên hêzên komploger bû

Li ser vê yekê Ocalan berê xwe da Moskovayê. Li balafirgeha Moskovayê berpirsyarê Rusyayê yê PKKê Mahîr Welat, Rustem Broyî, Serokê Partiya Liberal a Rûsî Vladîmîr Jîrînovskî û Serokê Lijneya Jeopolîtîka Duma Aleksey Mîtrafanof Ocalan pêşwazî kirin.

Ocalan 33 rojan li Rûsyayê ma. Di vê navberê de, wî ji Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir.

Xwefirotina Rûsya bi beramberê alîkariya madî

Komploya navdewletî gelek berfireh hatibû kirin. Di nav plana ku hatibû kirin de gelek welat cih digirtin. Bê guman Rûsya jî perçeyek vê kopmloyê bû. Di wê demê de parlementoya Rûsyayê biryara destûra rûniştina Ocalan a li welat hate dayîn. Lê hikumeta Rûsyayê bi bêrdêla pêwendiyên aborî, destûr nade ku Ocalan li Rûsyayê bisekine. Her wiha wezîrê karên derve yê wê demê a Amerîkayê Madeleîne Albirght, bi daxuyaniyekî ji Rûsyayê xwest ku Ocalan dersînor bikin. Li ser vê yekê serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov destûr neda ku Ocalan li Rûsyayê bisekine. Wezîrê Karên Hundir ê Rûsyayê Sergey Stepashin di civîneke çapemeniyê de ku li Konseya Ewropayê hat lidarxistin, diyar kir ku biryara Dûmayê ne girîng e.

Jirinovskî ku dema gihîşt Moskowê pêşwaziya Ocalan kir û li mala xwe ew mazûvanî kir, digel Mîtrafanof û Heba Çili, berpirsekî ewlehî û îstîxbarata Rûsyayê, çûn mala ku Ocalan lê dima û daxwaz kirin ku ji Rûsyayê derkeve.
Balyozê Rûsî yê Enqereyê a wê demê Aleksandre Lebedev, ji bo bal bikişîne ser pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê bi van gotinan bazirganiya ku her du welatan li ser Ocalan kirî aşkere dikir: “Di qeyrana aborî ya ku welatê me dijî de Tirkiye ji me re bû alîkar. Tirkiye bang li şîrketên xwe kir ku ji Rûsyayê venekişin. Gava me ya ku ji bo Ocalan me avêt jî bersiva vê alikariyê bû”

Li ser vê yekê ÎMF 8 mîlyar dolar kredî da û Tirkiye jî projeya Mavî Akimê da Rûsyayê. Rêberê gelê Kurd Ocalan di der barê vê pêvajoyê de wiha digot: “Di van geşedanên di der barê min de rola Îsraîlê mezin bû. Bêguman Amerîka jî pişgiriya aborî û dîplomatîk dida van dewletan. Ji bo ez ji Moskovayê bêm derxistin ÎMFê 8 mîlyar dolar bikar anî. Dîsa bi vê armancê ji Tirkiyeyê jî projeya Mavî Akimê hatibû standin.”

Ber bi Romayê ve

Li hember van tevî zextên dîplomatîk, Ocalan di 12ê Mijdara 1998an de ji Rûsyayê derbasî paytexta Îtalyayê Romayê bû. Di heman rojê de Ocalan li balafirgeha Romayê ji aliyê hêzên Îtalî ve hat girtin. Li ser vê girtinê, Mesut Yilmaz ji wezîrê wê demê yê Tirk Hasan Denîzkurdu xwest ku “Ji bo Ocalan radestî Tirkiyeyê bê kirin, kar û barên radestkirinê bide destpêkirin.”

DÊ BIDOME…

SIBÊ:
* Rojên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê
* Durutiya Ewropayê û dîsa Rûsya û Yewnanistan
* Komplo li Kenyayê temam kirin
* Kurdan got “Hûn nikarin rojame tarî bikin!”

 

Etîket: Abdullah Ocalankomploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

11 SIBAT 2026
Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

11 SIBAT 2026
Bîrlîk: Em bi xwedîderketina banga 27ê Sibatê dikarin komployê ji holê rakin

Bîrlîk: Em bi xwedîderketina banga 27ê Sibatê dikarin komployê ji holê rakin

10 SIBAT 2026
Welatiyên Amedê: Yekîtiya Kurdan wê komployê têk bibe

Welatiyên Amedê: Yekîtiya Kurdan wê komployê têk bibe

9 SIBAT 2026
Dînç: Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e

Dînç: Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e

6 SIBAT 2026
Abdullah Ocalan berî peymana HSD-Şamê ji hemû aliyan re peyam şand

Abdullah Ocalan berî peymana HSD-Şamê ji hemû aliyan re peyam şand

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (403)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne