Riha – Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya navdewletî li dijî tevahiya Kurdan pêk hatiye û got: “Heke dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin û vê pêvajoyê bimeşînin divê di serî de Serok azad bibe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de bi komployeke navdewletî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ragirtî ye. Ji ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 27 sal derbas bûn. Di 27 salên komployê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pergala netewe dewletê ya kapîtalîzmê paradîgmaya neteweya demokratîk pêş xist û armanca komploya navdewletî pûç kir. Dewleta Tirk a ku di komployê de bi rola gardiyantiyê radibû, piştî hewldanên komplogeran ên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê têkçû careke din neçar ma ku bi Rêberê Gelê Kurd re pêvajoyeke nû bide destpêkirin.
Rêberê Gelê Kurd bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin derbasî merhaleyeke nû kir. Lê tevî pêvajoya çareseriyê jî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pergala Netewa Demokratîk li wir hatiyê demezrandin di 6ê Çileyê de komployeke nû ya navneteweyî hat pêşxistin. Piştî êrişên li ser Rojava, Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel herikîn qadan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vê komployê jî kete dewrê û komploya ku dixxwest careke din destkêtiyên Kurdan ji holê rake da sekinandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê re hevdîtin kir û piştî dan û standinan peymana 30yê Çileyê ya agirbestê hat ragihandin.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê li gundê Amarayê dijî ji Ajansa Welat re axivî û qala komploya navdewletî û hevdîtinên dawî yên bi Abdullah Ocalan re pêk aniye kir.

‘Komploya navdewletî li dijî tevahî Kurdan bû’
Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya navdewletî li dijî tevahî Kurdan bû û got: “Komploya navdewletî ya sala 1999an li ser Kurdan hat meşandin. Niha jî rastiya vê komployê derketiye holê. Ew komployeke navdewletî bû. Li cîhanê ji her kesî re cih hebû lê ji Kurdan re cih tune bû. Weke malbat ji bo me jî pir giran bû. Wê demê dewletê em sirgûnî Edenê kiribûn. Piştî Serok ji Sûriyeyê derket me zanî komployeke pir mezin heye. Pêçiya hemû dewletan di nav de hebû. Amerîka, Îsraîl, Misir û Tirkiye di nav de bûn. Tirkiyeyê hertim dixwast Kurdan tune bike. Weke malbat dewletê em 2 caran şandin sirgûnê. Dewletê hebûna xwe li ser tunebûna me avakiriye. Lê dewletên Ewropayê jî ku dibêjin mafê mirovan heye mafê Kurdan qebûl nakin. Xemgîniyeke mezin bû. Nayê qebûl kirin. Ev şerma dinyayê ye.”
‘Komploya di sala 1999an de û ya îro weke hev in’
Mehmet Ocalan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rojava weke hev in û wiha pê de çû: “Di sala 1999an vir ve vê komploya navdewletî berdewam dike. Niha jî ew komplo li ser tevahiya Kurdan tê meşandin. Komploya di sala 1999an de û ya îro weke hev in. Li Rojava Kurdan li dijî DAIŞê şer kir û pêşiya wan girt. Kurdan bi xwîna xwe pêşiya DAIŞê girt. Piştî 14 salan Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê li dijî Kurdan komployeke nû kirin meriyetê û xwestin destkêtiyên Kurdan ji holê rakin. Ew jî şerma dinyayê ye. Ev nayê qebûlkirin. Li dijî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê Kurd rabûn ser pêyan. Divê niha şûn ve jî ev yekitî berdewam bike. Yên li ser medyaya sanal gotinên qirêj li dijî kesên li berxwe didin bikartînin jî bila ji odeyên xwe yên germ derkevin û têbikoşin û piştre bêjin.”
Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re
Mehmet Ocalan ê ku piştî tecrîdeke girankirî bi birayê xwe Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtinan pêk anîbû wiha qala hevdîtinan kir: “Piştî tecrîdeke giran pêvajoyekê dest pê kir. Çend salan me tu agahî ji Serok negirtibû. 26 sal in jî ew tecrîd berdewam dike. Tecrîdê car caran nerm dikin û car caran jî hişk dikin. Mafên girtiyan yên di qanûnên xwe de jî binpê dikin. Em 2 caran çûn Girava Îmraliyê û me hevdîtin bi Serok re pêkanî. Ya dawiyê çend meh berê bû. nêzî 2 seat û nîvan em axivîn. Serok ji min pirsî got, ‘Tu pêvajoyê çawa dibînî?’ Min ji Serok re got, baweriya gel ji we heye lê ji dewletê qet tuneye. Serok jî got gel rast dibêje. Ji bo Rojava jî got, ‘Divê baldar bin. Divê amadekariyên xwe bikin. Dikarin bi hemû kesan re tîfaqê çêbikin lê bila rasterast çêbikin’. Serokatî di wê demê de rewşa îro dîtibû.”
‘Divê mafê heviyê demildest bicih were’
Mehmet Ocalan di dawiya axaftina de bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih were û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd heke dixwazin çareser bikin û vê pêvajoyê bimeşînin divê di serî de Serok azad bibe. Jixwe di qanûnan de jî heye. Divê qanûnên xwe pêk bînin. Divê demildest mafê heviyê pêk bînin. Ne bi gotinan di pratîkê de pêk bînin. Heke Serok azad bibe ev pêvajo dê pêş ve biçe. Aktorê sereke yê vê pêvajoyê jî Serok e. Ji bo wê jî divê Serok azad be. Tenê li ser medyayê bi çend gotinan nabe, divê di pratîkê de vê pêk bînin. Heke mafê hêviyê pêk were hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Tirk tiştên baş dê bibin.”












