Wan – Rojnameger Mûtlû Civîroglû derbarê rûniştina, “Siberoja Sûriyeyê û Siyaseta Amerîkayê ya Piştî Pêvajoya Beşar Esed” a ku ji hêla Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê ve hate lidarxistin bal kişand ser mijarên di civînê de hatine axaftin û got: “Kongreya Amerîkayê Kurdan û mafên wan ji bîr nake, lê divê Kurd jî hebûna xwe li Washîngtonê xurt bikin û bi zimanekî xurt çîroka xwe bibêjin.” Civîroglu anî ziman ku di rûniştina kongreyê de rexneyên tund li dijî Şara û Tirkiyeyê hebûn.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Amerîkayê civîna, “Siberoja Sûriyeyê û Siyaseta Amerîkayê ya Piştî Pêvajoya Beşar Esed” li dar xist. Piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistsanê çend senetorên Amerîkayê ku pêşengiya wan Lîndsey Graham dike, ji bo rewşa li Sûriyeyê pêşnûmeya, “Qanûna Parastina Kurdan” amade kir û da nasîn. Piştî van geşedanan di 10ê sibatê de Civata Nûneran a Kongreya Amerîkayê kom bû û li ser Sûriyeyê û tundîtûjiya li herêmê civînek li dar xist. Di vê civînê de hat xwestin ku “Qanûna Parastina Kurdan” ji hêla Civata Senatoyê ve bê qebûlkirin.

‘Ji kiryarên hovanê yên hikûmeta demkî nerazî ne’
Derbarê civînê de rojnameger Mûtlû Civîroglû ji bo ajansa me axivî û diyar kir ku Kongreya Amerîkayê ji Civata Nûneran û Civata Senatoran ango ji 2 beşan pêk tê û da zanîn ku ev civîn ji hêla Civata Nûneran ve hatiye lidarxistin. Mûtlû Civîroglû anî ziman ku Civata Nûneran ji komîteya sereke û çend jêr komîteyan pêk tê û wiha got: “Ev civîn jî ji hêla komîteya sereke ve hate lidarxistin. Komîteya sereke komîteya herî girîng e û seroktiya wê jî Komarparêz ku niha desthilatdar in dikin. Di civînê de mijara derketiye pêş nearamiya Sûriyeyê û êrişên li ser Kurdan bû. Em dikarin bibêjin ku li Washîngtonê eleqeyeke mezin ji bo rewşa Rojava û Sûriyeyê heye. Piraniya axafvanan Şara û rêveberiya wî rexne dikin û ji kuştin, talan û kiryarên hovane yên Hikûmeta demkî nerazî ne.”
‘Ji Şara re dibêjin Colanî’
Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku li Amerîkayê niha Balyozê Îraqê yê berê yê Amerîkayê James F. Jeffrey û Endamê Komîteya Polîtîkayên Komarparêzan a Meclisa Nûneran Joe Wîlson rêveberiya Colanî diparêzin û hewl didin rexneyên heyî kêm bikin. Mûtlû Civîroglû binê wê xêz kir ku piranî endamên vê komîteyê û pisporên şareza bal kişandin ser rewşa kirîtîk a Sûriyeyê û êrişên li ser Kurdan. Mûtlû Civîroglû bi domdarî ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Van kesan di civînê de behsa talukeya DAIŞê kirin û gotin ku rêveberiya Şara layiqî piştigiriya rêveberiya Trûmp nebûye. Di civînê de hat destnîşan kirin ku divê Amerîka kiryarên hikûmeta demkî bi tundî rexne bike û bişopîne. Her wiha gumanên derbarê pêkanîna peymanê de jî gelek in li Washîngtonê û hat xwestin ku Amerîka çavderiya xwe ya li Sûriyeyê zêdetir bike. Gelek endamên kongreyê bi şik nêzî Şara dibin û hin endam hêj jî jê re dibêjin Colanî.”
‘Kongre hewil dide rewşa Sûriyeyê di rojeva xwe de bihêle’
Di berdewamiya axaftina xwe de Mûtlû Civîroglû destnîşan kir ku desthilata Amerîkayê bi kongre, Qesra Spî û Dadgeha Bilind ji 3 beşan pêk tê û wiha pê de çû: “Qesra Spî, Serok Trûmp e û nûnerê wî yê Sûriyeyê jî Tom Barrack e. Kongreya Amerîkayê derveyî hewla Senator Lîndsey Graham, nîşan da ku kongre naxwaze rola xwe ya çavdêr, şopîner û rexnegir ji dest xwe berde. Kongre tim hewil dide rewşa Sûriyeyê di rojeva xwe de bihêle ku zextan li Şara û piştgirên wî yên weke Tirkiyeyê bike. Rexneyên gelek hişk ji Tirkiyeyê re jî tên kirin. Ev yek nîşan dide ku kongre dixwaze rola xwe ya aktîf û çalakvan bilîze.”
‘Divê Kurd siyaseta DYAyê agahdar bikin’
Mûtlû Civîroglû bal kişand ser kêmasiyên siyaseta Kurdan a li Amerîkayê û wiha berdewam kir: “Di kongreyê de nûnerên eyaletan, pisporên hatine vexwendin axivîn, lê Kurd tunebûn. Çima yek ji wan pisporên hatine vexwendin ne Kurd bû? Çima Kurd di vê qonaxa hesas de rola xwe nalîzin? Çima Kurdek di kongreyê de ne amade bû? Ev pirsên pir girîng in. Divê Rêveberiya Xweser, rêveberiya Rojava vê tiştê bibînin. Heta ku hebûna Kurdan li Washîngtonê xurt nebe, heta ku bi dehan rapor neçin ber destê wan, heta ku ofîsên senatoran her roj neyên ziyaretkirin wê siyaseta Kurdan lawaz bimîne. Hemû civînên kongreyê bi zindî tên weşandin. Divê ev dîmen ji aliyê rêveberiya Rojava ve bên tomarkirin û wergerî zimanê Kurdî bê kirin. Divê bê dîtin ku gelek piştgirên Kurdan hene, lê xwedî agahiyên nû nînin. Ev yek li ser Kurdan dimîne, heta ku qada dîplomatîk ji aliyê Kurdan ve li Washîngtonê neyê dagirtin, heta ku Kurd derdê xwe bi xwe nebêjin pir zehmet e ku bandorê li ser kongreyê bikin. Ev hewlên niha tên dayîn bêyî Kurdan, ji ber hezkirina Kurdan çêdibe.”
‘Pêvajoya derxistana qanûnan gelek dirêj e’
Mûtlû Civîroglû behsa pêşnûmaya, “Qanûna Parastina Kurdan” jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di raya giştî ya Kurdan de xeletfêmkirinek heye. Gelek kes dihesibîne ku ev pêşnûme bê qebûlkirin dê nava rojan an jî çend hefteyan de bikeve meriyetê. Lê ne wisa ye. Li Amerîkayê derxistina qanûnekê bi mehan heta bi salan didome. Ev pêşnûme qonaxa pêşîne ku bibe zagon, lewma em dikarin weke pêşzagon jî pênase bikin. Derxistina vê zagonê pêvajoyeke dirêj e. Ji bo serfiraziya vê pêvajoyê jî divê Kurd li Washîngtonê xurt bin û dîplomatên Amerîkî rast bên agahdarkirin. Kongreya Amerîkayê Kurdan û mafên wan ji bîr nake, divê Kurd jî bi zimanekî xurt çîroka xwe bibêjin.”













