Amed – Komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di sala xwe ya 27emîn de ye. Komplo, birêvebirin û bi encamên ku derxistin holê hîna jî di rojeva Kurdan de ye. Di eslê xwe de bi vê komployê xwestin ku Abdullah Ocalan bê bandor bikin lê ew bi çûna Ewropayê re meseleya Kurd xiste rojeva tevahiya cîhanê. Ji Romayê heta Kenyayê rojên ji agir bûn û geşedanên ku mirov bê nefes dihişt qewimîn. Her çiqas anîna wî ya Tirkiyê wek dawîkirinek dihat dîtin jî Kurdan bi yek dengî bang dikir û digot: “Hûn nikarin roja me tarî bikin!”
Revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî korsanwarî û piştre veguhestina wî bo Tirkiyeyê, 27 sal li dû xwe hişt. Komploya navdewletî ku bi rêya peyman û hevpeymaniyên qirêj di navbera hêzên cîhanî û emperyal de hatiye organîzekirin, rûyê hêzên hegemon jî dida xûyakirin. Ev komploya navneteweyî, ku di dîrokê de wekî “Roja Reş” hate pênasekirin, armanc dikir ku Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd di şexsê Ocalan de tune bike. Ev rewş bê guman plan û daxwaza hêzên hegemon ya li ser Kurdistanê dida xuyakirin.
Rastiya ku Rêberê Gelê Kurd, ji ber zext û gefên hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê derket, nekarî warek bibîne heta xwe gihande Îtalyayê jî. Ev yek kurahî û berfirehiya komploya navnetewî bi awayeke vekirî eşkere dikir.
Di 27emîn salvegera komploya navnetewî de, bi rêzedosyeya “Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve” emê hewl bidin komploya 15ê Sibatê ku weke “roja reş” dihat binavkirin careke din bi bîr bêxin û piştî komployê di nava 27 salan de çi qewimîn bi were parve bikin.
Di beşa yekem de me destpêka Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd bi pêşengiya Abdullah Ocalan bi bîr xist û destpêka komploya 15ê Sibatê kêlî bi kêlî bi we re parve kir. Di beşa duyem de em ê li ser birina Abdullah Ocalan a ji Romayê heta Kenyayê, dîlgirtina wî û çalakiyên gelê Kurd ya bi navê “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku deng vedan bisekinin.
Li Romayê; Pirsgirêka Kurd êdî ya cîhanê ye!
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rûsyayê hatibû derxistin. Ew di 12ê Mijdara 1998an de derbasî paytexta Îtalyayê Romayê bû. Di heman rojê de Ocalan li balafirgeha Romayê ji aliyê hêzên Îtalî ve hatibû girtin. Tirkiye demlidest ketibû dewrê, ji bo radestkirina Ocalan dest bi xebata kiribûn.
Berî ku Ocalan bê Îtalyayê hikûmeta Îtalyayê temînata ewlehiyê dabû Ocalan. Lê li gel vê temînatê dîsa jî Ocalan hatibû girtin. Serokwezîrê Îtalyayê Massîmo D’Alema diyar dikir ku ew ê ji ber cezayê îdamê Ocalan radestî Tirkiyeyê nekin, li gorî qanûnên xwe li Îtalyayê bidarizînin.
Di pêvajoya Romayê de, hikûmeta Almanyayê ji bo Ocalan bê girtin, li dijî Îtalyayê zextan da meşandin. Lê li hemberî bertekên gel Almanya ji van zextên xwe gav paşve avêt û biryara Înterpolê ya ji bo girtina Ocalan jî rakir.
Ji ber daxwaza Tirkiyeyê ya radestkirina Ocalan qebûl nekiribû, Enqerê li dijî Îtalyayê helwest girt. Di 15ê Mijdarê de, Wezîrê Parastinê Îsmet Sezgîn û Wezîrê Karên Derve Îsmail Cem rayedarên Îtalyayê yên li Romayê li ser pêwîstiya radestkirina Ocalan hişyar kirin û îhtîmala ambargoyên aborî li dijî welêt nîşan dan. Di cih de piştî vê hişyariyê, kampanyayeke boykotê li dijî standina eşyayên Îtalyayê dest pê kir. Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB) û Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ITO) pêşengiya vê boykotê dikirin.
Li gel van pêkanînên li dijî rêberê gelê Kurd, PKK di nav van geşedanan de kongreya xwe ya 6emîn li dar xist. Ocalan li gel pêvajoya zextan, kongereya PKKê ji nêz ve dişopand.
Kurdan rêberê xwe bi tenê nehiştin
Bêguman gelê Kurd jî van geşadanên der barê rêberê xwe de ji nêz ve dişopand. Piştî ku Ocalan derbasî Romayê bû, bi hezaran Kurd bûn lêhî û herikîn Îtalyayê. Ev xwedîderketina gel, di heman demê de ji hêzên komploger re jî bûbû tirs. Hêzên netewdewlet ji bo gelê Kurd ji geşedanan agahdar nebe, di wê demê de tekane televîzyona kurd MED TV ji dan girtin. Lê ev yek jî ji gelê Kurd re nebû asteng. Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê Kurdên ku rabûn ser piyan bi çalakiyan xwedî li rêberê xwe Ocalan derketin.
Çûna Romayê meseleya Kurd ber bi qonaxeke nû ve dibir. Ji ber ku ew bûbû mijarek ku li ser asta navneteweyî nîqaş lê dihat kirin, nêzîkatiyên cûda dihatin lêkolîn kirin. Lêbelê, komplo jî berdewam dikir.
‘Hebûna me ji Ewropa re giran hat’
Li ser zext û zordariya li ser hikûmeta D’Alema êdî mayîna Abdullah Ocalan li Romayê bê îmkan dibû. Ew di 16ê Çileya 1999an ji welatê Îtalyayê veqetiya. Derketina ji Romayê bi awayekî dizî pêk hatibû. Ji bilî rêveberên navendî yên PKK û ERNKê tu kes nizanibû ew ji Romayê derketiye.
Di 66 rojên ku li Îtalyayê derbas bû de li ser meseleya Kurd û PKKê nîqaş hatin kirin û rewşa çareseriya pirsgirêka Kurd û rêbazên lihevhatinê bû mijara nîqaşan ji bo tevahiya cîhanê. Lê belê, hikûmeta Îtalyayê li hember zextên dijwar ên Amerîkayê û Tirkiyeyê û muxalefeta rastgir a navxweyî paşve gav avêt. Ocalan bi gotina “hebûna me ji Ewropayê re giran hat” bal dikişand ser durûtiya Ewropayê.
Ji ber komploya navdewletî berfireh bû, gelek dewlet ji bo berjewendiyên xwe di nav planên qirêj de cih digirtin. Li gorî planên ku hatibûn kirin, Ocalan dê ji Rusyayê derbasî Yewananistanê bihata kirin, ji wir jî dê wî bişandana Başûrê Efrîkayê.
‘Ez biqîrim kes dengê min nabihîse…’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 16ê Çile de bi rêya Balafirgeha Ciampino bi balafireke taybet ji Romayê derket. Vegera Ocalan bo Rûsyayê bi rêya îqnakirin û israra endamên ERNK Mecît Mamoyan û Mahîr Welat pêk hat. Nûçeya vegera Ocalan bo Rûsyayê bi lez belav bû. Berevajî îdiayên Mahîr Welat, li Moskowê tu amadekarî tune bûn. Ji kêliya ku Ocalan gihîşt, berevajî ya ku hatibû gotin, Rûsyayê ragihand ku ew ê wî qebûl neke. Biryar hatibû dayîn ku bi rêya Ermenistan û Karabaxê vegere Kurdistanê. Lêbelê gava ku ew li balafirê siwar bûn rê bi awayekî nediyar hate guhertin û Ocalan li paytexta Tacîkistanê Duşanbe daket.
Li Duşanbeyê piştî hat tecrîdkirin dihat wê wateyê ku Ocalan êdî nikarîbû biryarên xwe bi xwe bide. Her tişt bêyî wî bi rê ve diçû. Ocalan tecrîda xwe ya şeş rojî bi gotina “Ger ez biqîrim kes dê min nebihîze, ger ez bimirim kes dê cenazeyê min nebîne” bilêv dikir.
Mecît Mamoyan û Mahîr Welat
Ocalan berî ku di 26ê Çile de ji Duşanbeyê derkeve, ajanên KGByê gef li wî xwarin û xwestin ku roja din ji welêt derkeve. Di vê navberê de, Mahîr Welat û Mecît Mamoyan dîsa israr kirin ku biçe Moskowê. Paşî derket holê ku Mecît Mamoyan ajanekî Interpolê bû ku li Ermenistanê dijiya. Mahîr Welat jî bi zanebûn an bi nezanî di vê komployê de rolekî dilîst.
Ocalan piştî salên li Girava Îmraliyê li ser Mahir Welat wiha gotibû: “Min rola Mahir Welat di komploya li Romayê de hîs kir, lê ji ber ku delîlên zelal li cem min tunebûn, min gumanên xwe ji xwe re hiştin. Mahir û hevalê wî Mecît şaşiyên dîrokî kirin. Ew hatin û me birin Atînayê. Mahir got ‘pir erênî ye, me 6 meh dem girt’. Hikûmeta Îtalyayê jî gelek zext li me kir. Wan digot, ‘ger hûn neçin, em ê we bigirin.’ Ger Mahir negotiba ez ê neçûma.”
Li mala Vula Damaînako çend roj
Êdî ji bo Abdullah Ocalan tenê yek vebijarkek mabû; vegera Yewnanistanê…
Piştî ku Ayfer Kaya bi Amîralê teqawîtbûyî Andonis Naksakîs re hevdîtin kir û jê re got ku jiyana Ocalan di xetereyê de ye û divê ew vegere Yewnanistanê, Ocalan bi balafireke kirêkirî li Balafirgeha Navneteweyî ya Atînayê daket. Naksakîs li balafirgehê Ocalan wekî musteşarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Jenki V. bi polîsan da nasîn û ew ji wir derxist. Amîralê teqawîtbûyî Naksakîs Ocalan bir xaniyek li gundê Nea Makrî, ku 40 kîlometre dûrî Atînayê ye. Ev xaniya ku Ocalan rojek lê ma, ya nivîskara berê ya partîzan a 78 salî Vula Damaînako bû. Damaînako û keça wê ya wênesaz Heleni Vassilopulos, heyraniya xwe ya ji bo Ocalan anîn ziman û gotin, “Xwezî welatê me serbixwe bûya û bikariba penageha siyasî bide Ocalan.”
Ocalan, ku destûr nehat dayîn ku li Yewnanîstanê bimîne, paşê ji rayedaran re vebijarka çûna Holandayê pêşkêş kir. Wî Holanda bi armanca ku li ber dadgeheke navneteweyî derkeve hilbijart. Yewnanistanê di destpêkê de ev daxwaz red kir ji ber ku ew welatekî Ewropî bû, lê paşê qebûl kir. Piştre pêvajoya vegera bo Ewropayê dest pê kir. Balafirek dê Abdullah Ocalan ji Atînayê bibira bajarê Minskê ya Belarûsê, ji wir balafireke duyemîn dê wî hilgirta û bibira Laheyê.
Rûsya dîsa berjewendiyên xwe derxist pêş
Di vê navberê de di 30ê Çile de, roja ku Ocalan ji Yewnanistanê vegeriya Rûsyayê pêşveçûnek din çêbû. Foruma Aborî ya Cîhanê li Davosê dihat lidarxistin û rewşa Ocalan di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Yevgeny Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkî de dihat nîqaşkirin. Rûsyayê, ku dizanibû hebûna pirsgirêka Kurd di belavkirina petrola Xezarê de pirsgirêkek ewlehiyê çêdike, hebûna Ocalan li axa xwe wekî çîpek danûstandinê di parvekirina petrola Qefqasyayê de bi kar anî. Ev yek ji hêla rojnameya aborî ya Rûsyayê Kommersant ve bi rêya nûçeyek hat piştrast kirin.
Tevahiya deriyan têne girtin
Dema ku Ocalan li Balafirgeha Minskê daket, balafira ku diviyabû wî bibira Laheyê li tu derê nehat dîtin. Ev ji ber ku destûra firînê li balafirgehên Hollanda û Belarûsê nehatibû dayîn. Paşê, berdevkê Balafirgeha Zestienhoven ya Rotterdamê Mr. Breedveld ragihand ku baregeha hewayî ya Hollanda ji êvarê ve ji bo hemî balafirên taybet hatiye girtin.
Piştî vê yekê, Ocalan neçar ma ku vegere Yewnanistanê. Dema ku zext li ser wî hat kirin ku careke din ji welêt derkeve, ew bi lez û bez bi heman balafirê şandin Girava Korfuyê.
Piştî ku şandin Korfuyê, Ocalan li navendeke îstîxbaratê ya di nav baregehên leşkerî yên Amerîkî û Brîtanî de hate girtin. Li Korfuyê wekî girtîyek hate dermankirin, şansê Ocalan nehat dayîn ku bi îradeya xwe ya azad ji giravê derkeve.
Dema ku Ocalan li girava Korfuyê bû, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît û Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Büyükanıt, ku di heman demê de koordînatorê operasyona têkildarî Ocalan bû, li mala Serokwezîr a li Enqerê civiyan.
Ber bi Afrîkayê ve
Endamê îstîxbaratê Savas Kalenderidis, ku li Korfuyê hatibû dîtina Ocalan, jê re got, “Em bi ser ketin. Ez bi Pangalos re axivîm, ew ji te lêborînê dixwaze. Me çareseriyek dît” û diyar kir ku wan berê xwe daye ber bi welatên Afrîkayê ve. Ocalan ku di destpêkê de li dijî vê planê derket, paşê neçar ma ku wê qebûl bike.
Li gorî planê, pêşî Ocalan dê bihata şandin welatên Afrîkayê û ji wir jî bihata şandin Afrîkaya Başûr. Yewnaniyên ku garantî dan, tenê behsa Afrîkayê kirin, bêyî ku qet behsa Kenyayê bikin. Lêbelê, rêya balafirê di 2yê Sibatê de bo Kenyayê hate guhertin.
Li gel Ocalan Îbrahîm Bayar, Melsa Denîz, Qibrisiyek bi navê Aristos Aristou û Savas Kalenderidis siwarî balafirê bûn. Ocalan birin mala Balyoz George Costoslas. Lêbelê dema ku Ocalan dît Costoslas got, “Ez serokê yekîneya di NATOyê de bûm ku ev 20 sal in li te digeriya. Ez li ezmanan li te digeriyam, lê tu li erdê li pêşberî min î,” fêm kir ku komploya navneteweyî ber bi dawiyê ve diçe.
Li aliyekê ev geşedan pêk dihatin, li eniya Tirkiyeyê jî li ser îstîxbarata CIAyê serokwezîrê Tirk Bulent Ecevît bi daxuyaniya, “di 4ê Sibatê de ji me re agahî hat ku Ocalan li Afrîqayê ye” rastiya komployê îtîraf dikir.
Komplo li Kenyayê temam kirin
Tîma ku dixwestin Ocalan ji Kenya birevînin 10ê Sibatê li ser Misrê de çûbûn Ugandayê. Ji bo komployê balefira wezîrê berê û karsaz Cavît Çağlar dihat bikaranîn.
Tîma ku qet ji balefirê peya nedibû heta 14yê Sibatê li Uganda ma. Di vê navberê de ji bo revandinê du caran ketin nava tevgerê lê Ocalan jî li ber xwe dida û ji balyozxaneya Yewnan dernediket.
Kenya, roja 15ê Sibate xwest Ocalan ji balyozxaneyê bê derxistin û dersînor bê kirin. Ocalan bi şertê çûna Hollanda derketina ji avahiya balyozxaneyê qebûl kir. Wesayita ku diçû balefirgehê bi yek carî ji konvoyê qetiye û wenda bû. Wesayita ku Ocalan di navde bû berê xwe dabû balefirgehê û li vir radestê tîma ku li benda wî ye hat kirin. Ocalan di 15ê Sibata 1999an de ji Kenyayê hat revandin û 16ê Sibatê saet 3yan de wî gihandin Tirkiyê.
‘Rola Tirkiye tenê birina giravê bû’
Rêberê gelê kurd di vê pêvajoyê de 4 mehan li hember îmhaya fîzîkî li ber xwe da û bi deşifrekirina komployê, hin planên tunekirinê vala derxistibû.
Rêberê Gelê Kurd Ocalan di paraznameyên xwe yên ku ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re şand de bi van gotinan wê pêvajoya 4 mehan bi kurtasî vedibijê:
“Pêvajoya ji 9ê Cotmeha 1998an heta 15ê Sibata 1999an, 4 mehên newaze bû. Ji bilî hegomonê cîhanê Amerikayê, tu hêz nikaribû ku bi tena serê xwe vê operasyona ku 4 mehan domkir bi rê ve bibe. Di vê pêvajoyê de tekane rola hêzên taybet ên Tirkiyeyê ew bû ku di bin qontorlê de birina min a grava Îmraliyê bû”
Di encama van çar mehan de bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd, komploya navnetewî ya bi tifaqeke mezin pêk dihat, beşa xwe ya yekem temam kiribû.
‘Hûn nikarin roja me tarî bikin!’
Bêguman gelê Kurd li dijî vê komploya navdewletî ku wek “roja reş” dihat binavkirin bêdeng neman. Bi agahiya radestkirina Abdullah Ocalan re gelê Kurd li hemû deverên cîhanê rabû ser piyan û xwedî li rêbertiya xwe derketin. Di serî de Bakurê Kurdistanê, li Tirkiye û Ewropayê Kurdên ku rabûn ser piyan bi çalakiyên lidarxistin xwedî li rêberê xwe derketin. Bi pêşengtiya ciwanên Kurd li gelek deveran çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Yekitiya Ciwanên Kurdistan û tevgera jinan bi rihê fedaî li çar perçeyên Kurdistan û cîhanê rabûn ser piyan. Bi taybetî ciwan û jinên Kurd bi çalakiyên ku li derve û girtîgehan li dar xistin peyama “hûn nikarin roja me tarî bikin” dan cîhanê. Di çalakiyên li ber balyozxaneya Îsraîlê ya li Berlîna Elmanyayê de 4 sivîlên welatparêz ji aliyên polîsan ve hatin qetilkirin.
Her wiha li zindanan jî, bi dirûşmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” çalakiyên mezin û giranbûha hatin lidarxistin. Di nav çalakiyan de yên ku herî derketin pêş jî çalakiyên ji fedaî bûn. Li girtîgeha Mereşê girtiyê siyasî M. Halît Oral di 9ê Cotmehê de laşê xwe da ber agir û çalakiya fedaî pêk anî.
Di berdewamiya van çalakiyan de di 18ê Cotmeha 1998an de li girtîgeha Bartinê Murat Kaya, rojek piştî wê di 19ê Cotmeha 1998an de li girtîgeha Amasrayê Mehmet Gul dîsa bi heman dirûşmeya “hûn nikarin roja me tarî bikin” laşên xwe dan ber agir. Di nava sê mehan de girtîgeh jî di nav de li welatên wekî Tirkiye, Rûsya, Kıbrıs, Elmanya, Îtalya û Sûriyeyê û Kurdistanê 60 kesan ji bo xwedîderketina Ocalan û protestokirina komployê laşên xwe dan ber agir.
DÊ BIDOME…
SIBÊ:
* Ocalan li Tirkiyê ye
* Tiyatroya darazê li Îmraliyê
* Hewldanên Ocalan ji bo aştiyê
* Tecrîda 27 salan û vala derxistina komployê
* Têkoşîna bênavber û hezkirina bêdawî













