* Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal diyar kir ku koploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bi dîzanynkirina Rojhilata Navîn re didome û got: “Azadiya Rêber Apo dikare pêşiya konsepta dixwazin Rojhilata Navîn bikin gola xwînê bigire û ji bo aştî û demokrasiyê serdemeke nû bide destpêkirin.”
* Komploya navdewletî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di sala xwe ya 27emîn de ye. Ev komploya ku di dîroka Kurdan de wekî “Roja Reş” hatiye pênasekirin, tevî şert û mercên dijwar ên tecrîd û dîlgirtinê jî, bi berxwedan û têkoşîna bêhempa ya Ocalan hate pûçkirin. Ocalan, ku têkoşîna wî ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi heyranî tê şopandin, bi banga 27ê Sibatê 2025 û bi manîfestoya serdema nû careke din nîşan da ku ew di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatabê herî girîng û jêveneger e.
* Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi rasthatina salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Serokê me hat girtin lê Serok bi têkoşîn û berxwedana xwe komployê vala derxist. Heta ku Serokê me azad bibe em ê li ber xwe bidin.”
* Bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê re têkoşîna gelê Kurd cardin bû rojeva tevahiya cîhanê. Di nav meha dawiyê de têkoşîna gelê Kurd li aliyekê bû rojeva bi dehan bername, dahurandin, nûçe û gotarên rojnameyên sereke yên navneteweyî û li aliyê din jî hate rojeva parlamentoyên gelek welatên cîhanê. Bi xebatên dîplomasiya Kurd û piştgiriya dostên Kurdan ên li deverên cîhanê yên cur bi cur êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li Kongreya DYAyê, Parlementoya Hollandayê, Parlementoya Ewropayê, li Parlementoya Portekîzê, li Neteweyên Yekbûyî û gelek mekanîzmayên din ên siyasî, civînên pir alî yên navneteweyî pêşnûmayên ji bo Rojava hatin pêşkêşkirin, rûniştin hatin li darxistin û biryarên piştgiriya gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê dikin hatin derxistin. Kar û xebatên li dora Rojavayê Kurdistanê derketine holê wekî encamek girîng a dîplomasî û têkoşîna gelê Kurd bandorek diyarker li ser siyaseta navneteweyî dike.
* Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel bal kişand ser wateya dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û “Hûnandina keziyên jinan” ku li cîhanê deng veda û got: “Ev ne tenê wekî bertekeke li dijî êrişên li ser bedena jinan e, redkirina hişmendiya koletiyê û avakirina jiyaneke nû ya azad e.”
* Siyasetmedarên jin ên Wanê derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diyar kirin ku civak bi destê jinan bi ruh û zindî dibe û gotin: “Heke ev pêvajo bi ser keve dê jin bi hêz, vîn, deng û rengê xwe, civaka xwe bi rê ve bibin.”
* Li Îzmîrê A.K., ya 16 salî ji ber videoya hûnandina pora xwe bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye hat girtin. Îtîraza li dijî girtina wê jî hat redkirin. Bavê wê Halît K. ragihand ku polîsan bi zorê xwestine keça wî bibin, zext li ser wan hatiye kirin ku parêzerekî tayînkirî qebûl bikin û di girtîgehê de lêgerîna tazî li keça wî hatiye ferzkirin û lêdan e.
* Dengbêj Meryem Tuncer tevî gelek astengiyan jî dengbêjî ku miraza wê ye, hewl dide jin pirtir dengbêjiyê bikin. Meryem Tuncer dengbêjiya ku jin dikin, weke dertbêjiyê pênase kir û dixwaze mêr pêşiya jinan negirin ku bibin dengbêj.
* Komeleya Şêx Seîd bi boneya salvegera 101emîn a destpêkirina serhildana Şêx Seîd û hevrêyên wî li avahiya komeleya xwe ya li Amedê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
* Saziyên ziman bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê deklarasyonek eşkere bike. (12:00)
* Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê bi daxwaza ku parazvana mafên mirovan û girtiya nexweş Hatîce Onaran demildest were berdan bi awayekî hemwext li avahiyên komeleyan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê dê têkildarî pêvajoyê li eywaneke dawetê ya li bajêr civîna gel li dar bixe. (13:30)








