Di çarçoveya Peymana 29ê Çile de hêzên Hikumeta Demkî ji navçeya Çilaqa vekişiyan û yekîneyên Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbasî navçeyê bûn.
Pêkanîna Peymana 29ê Çila ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de pêk hatî, berdewam dike. Piştî bi cihbûna navçeyên Til Beraq û Til Hemîs îro jî bi vekişiyana komên Hikumeta Demkî ya Sûriyê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) li derbasî navçeya Çilaxa bûn. Hêzên Asayîşê piştî kete navçeyê ji nûve bi cih bû û wekî karê yekemîn jî li navçeyê xebatên venêrînê pêk anîn. Piştî venîrîne hawirdorê û girtina ewlehiya navçeyê dê heman xebat ji bo gundewarên Çilaxa jî bên meşandin.
Ev hefteyeke komên girêdayî Şamê di çarçoveya Peymana 29ê Çile de ji herêma Kurdistana Rojava vedikişin û li şûna wan hêzên Ewlehiya Hundir a Rojava ji nûve bi cih di













