* Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran Ehmed Xoce anî ziman ku Tirkiye bi awayekî şênber naxwazê li Kobanê lihevkirinek di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêk were û got: “Heke dorpeç ranebe dê rewşeke pir xirab û xeter pê re derkeve holê. Saziyên navdewletî divê bi erkên xwe ve rabin.”
* Derûnnas Baran Edîş anî ziman ku bindestî kompleksekê ava dike, lê ev têgeh têrê nake ku mirov rewşa Kurdan bi gelemperî binirxîne û got: “Xwenaskirin û xwe bi nirxên xwe pênasekirin destpêka nasnameya bi tenduristî ye û Kurdan ji ber rewşa parçebûyînê derfeta avakirina nasnameyek bi nirxên xwe nîn e.”
* Welatiyan Wanê têkildarî danûstandinên meha Remezanê axivîne, bal kişandin ser bihayê erzaq û diyar kirin ku bereketa Remezanê ji ber bihabûnê nemaye.
* Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de li avahiyê xwe yê li navçeya Erdîşê bi tevlibûna gelek nivîskar û wêjekaran panela zimanê Kurdî li dar bixe. (10:00)
* TJA dê bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklerasyona 8ê Adarê aşkere bike. (11:00)
* KURDÎGEH, dê li avahiya xwe yê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê deklerasyona 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere bike. (11:00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê têkildarî geşedanên di rojeve de biaxive. (12:45)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, dê bi boneya salvegera tayînkirina qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Qada Bajêr daxuyanî bide. (13:00)
* Di çarçoveya bernameya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê dê li Herêma Saglik Ocagi ya navçeya Rezanê standa ji bo hişmendiyê bê danîn. (13:00)
* Di çarçoveya bernameyên 21ê Sibatê de bi tevlibûna helbestvan Rênas Jiyan dê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Amedê gotûbêjek bê lidarxistin û piştre jî Rênas Jiyan helbestan bixwîne û pirtûkên xwe bo xwînera îmze bike. (15:30)








