Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo têkiliyên parastin û hevkariya hişê çêkirî bê xurtkirin û kûrkirin çû serdana Hindistanê.
Serokkomarê Fransayê Macron ji bo sê rojan çû serdana Hindistanê. Hat diyarkirin ku dê Macron di vê serdanê de hevkariya li ser hişê çekirî, pêkanîna peymanên parastinê û xurtkirina têkiliyên stratejîk dan û standina pêk bîne.
Tê payîn Hindistan û Fransa bi bihayê milyar dolaran peymana ji bo kirîna balafirên şer ên Rafale çêkin.
Hindistan di rojeva kurewî de yekemîn car ji bo lutkeya hişê çêkirî civîna navneteweyî pêk bîne.
Li gorî pisporan; Hindistan neçare ku bandora teknîka çekên Rûsyayê ya li ser Hindistanê kêm bike û ji bo vê telafî bike jî divê ji derfetên teknîkên leşkerî yên welatên rojavayî sûdê werbigire










