Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrgê û Îzmîrê carek din li aqûbeta windayan pirsîn û wiha hate gotin: “Heya ku kiryarên van dernekevin holê, neyên darizandin û hesab nedin, rêya aştîyeke saxlem û rasteqîn ne pêkan e.”
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Colemêrgê û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Di çalakiyan de li aqûbeta windayan hate pirsîn û hate xwestin ku kujer-faîl bên girtin û cezakirin.
AMED
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 889emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Fîkrî Ozgen hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fîkrî Ozgen ê di 27ê Sibata 1997an de piştî ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hate revandin tu agahî jê nehatin wergirtin hate pirsîn.
Di çalakiyê de ewilî lawê Fikrî Ozgen, Nevzat Ozgen axivî. Nevzat Ozgen diyar kir ku 29 sal in li her quncikî çavên wan li bavê wan digere û wiha got: “Li vir pirsgirêk ne mirovek e; zimanê gelekî ye, nasname, hebûn û karîbûna îfadekirina gelekî ye ku mîna gelên din xwe pênase bike û têkoşîna vê yekê bide. Lê mixabin di qonaxa ku em gihîştinê de, tevî ku pêvajoyek dest pê kiriye jî, ew gelek pirsenîşanan jî bi xwe re tîne. Belê, hevdîtin pêk tên, komîsyon tên avakirin, çûn û hatin çêdibin. Lê di warê pênasekirin û tespîtkirina pirsgirêkê de jî, em nikarin pênaseyeke di cih de bikin ku dilê mirov germ bike.”

‘Heta ku kiryar hesab nedin rêya aştiyeke rasteqîn ne pêkan e’
Nevzat Ozgen cînayetên kiryarên nediyar ên hatin kirin bi bîr xist û wiha domand: “Li vê erdnîgariyê 17 hezar cînayetên kiryarên nediyar pêk hatin. Ev tenê yên ku em pê dizaninin. Yên ku em nizanin jî hene. Heya ku kiryarên van dernekevin holê, neyên darizandin û hesab nedin, rêya aştîyeke saxlem û rasteqîn ne pêkan e. Bi vê boneyê em careke din bang dikin: Heke dê behsa xwişk û biratiyeke rast, demokrasiyeke rasteqîn, dadperweriya civakî û hiqûqê bê kirin, gavên ku divê bên avêtin hene. Divê mirov ji nû ve vegerin gundên xwe yên hatine valakirin, bi navên xwe yên xwemalî bên pênasekirin û zindan bêne valakirin. Belê, dibe ku ji salekê zêdetir e cenaze nayên, ev rast e. Û ev tiştekî pir hêja ye, tiştekî pir bi qîmet e. Hezar carî spas ji bo wan kesên ku ji bo vê yekê ked dane. Lê kar bi vê yekê bi dawî nabe. Divê qanûneke vê hebe. Divê nexşerêyeke vê hebe. Ji bo ku ev êş careke din neyên jiyîn, em li pêşberî we bangeke wiha dikin. Gelê Kurd jî gelek e ku bi zêdehî mafdar e li cihê ku divê lê be, cih bigire.”
Dû re rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Fîkrî Ozgen vegot.
ÊLIH
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Xizmên Windayan di hefteya 725emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bêne darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kursep ê ku di 24ê Adara 1994an de piştî li Êlihê hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin hate pirsîn. Rêveberê ÎHDa Êlihê Zana Yucelbozkûrt çîroka Zeynel Kursep xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG
Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 215emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê daxuyani da. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Yilmaz ê di Di 25ê Sibata 1994an de, cenazeyê wî bi giranî îşkence lê hatibû kirin, li nêzîkî gundê Manîsê yê li ser Geverê hatibû dîtin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mehmet Zekî Yilmazê bavê heft (7) biçûkan, li Geverê dikandar bûye û di 9ê Sibata 1994an de, bêyî ku tu sedem were nîşandan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û rastî îşkenceyeke giran hatiye. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hate diyarkirin: “Mehmet Zekî Yilmaz di 11ê Sibatê de hat berdan. Di 22ê Sibata 1994an de ji aliyê hin kesên bi cilên sivîl û wesayîteke bê plake ve hat revandin. Di 25ê Sibata 1994an de cenazeyê wî li nêzî gundê Manîsê yê Geverê hat dîtin.”
Daxuyani bi deqeyekê runiştinê Bİ dawî bû.
ÎZMÎR
ÎHDa Îzmîrê çalakiya rûniştinê ya ku ji her du hefteyan carekê ji bo kesên ku di binçavan de hatine windakirin, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di çalakiyê de pankartên “Kesên winda wîjdan e xwedî li wîjdana xwe derkeve” û “Faîl diyar in, winda li ku ne?” hatin vekirin. Metna daxuyaniyê bi Kurdî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDa Îzmîrê Zîlan Gumuş ve û bi tirkî jî ji aliyê rêveberê ÎHDê Evrîm Kubilay ve hate xwendin.
Daxuyanî bi bibîranîna Dayika Berfo ya ku yek ji Dayikên Şemiyê ku di 21ê Sibata 2013an de koça dawî kiribû, dest pê kir. Di daxuyaniyê de li aqûbeta Murat Yildiz ê 19 salî ku berî 31 salan di binçavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Yildiz di sala 1995an de li Bornovaya navçeya Îzmîrê hatiye binçavkirin û wiha hate gotin: “Em bang li mensûbên darazê dikin ku dev ji polîtîkaya bêcezahiştinê berdin, ji bo sûcên li dijî mirovahiyê darizandineke bi bandor bimeşînin û ji bo van sûcan qanûna demboriyê bi kar neynin. Çend sal derbas bibin jî, em ê ji bo Murat Yildiz û ji bo hemû windayên xwe daxwaza edaletê bikin û bi bîr bixin ku dewlet mecbûr e di çarçoveya pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”













