* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangekî dîrokî kiribû û niha jî salvegera vê bangê ye. Ocalan piştî vê bangê bi navê, “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” amade kir. Bi vê manîfestoyê Ocalan rêxistina 50 salî fesix kir û banga xwe guhertinê ji rêxistinê kir. Ocalan hem di manîfestoyê hem jî di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê re de bingeha pergala nû rave dikir. Formulasyona vê pergalê jî “civaka komînal” bû. Niha piştî salekê em ê berê xwe bidinê bê ka Ocalan li ser vê guherîna dîrokî çi gotiye û nirxandinên çawa kirine.
* Parlamentoya Ewropayê ji bo beşdariya civînek bi mijara, “Rojava û Sûriye” bibin Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn vexwendin. Di heman demê de Îlham Ahmed dê bi Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar re tev li panela, “Tirkiye û Kurd li Ser Maseyê Ne: Aştî, Lihevhatin û Demokrasî” bibe. Îlham Ahmet û Rohilat Efrîn dê bi rayedarên Parlementoya Ewropayê û gelek derdorên cuda re hevdîtinan bikin.
* Akademîsyen Kamuran Berwarî bi lêv kir ku Tom Barrack dixwaze partiyên Başurê Kurdistanê û Rojhilatê li dijî êrişa ser Îranê bike yek û got: “Tom Barrack dixwazê Başurê Kurdistanê hilweşîne.” Kamuran Berwarî li ser gefên êrişan li dijî Şengalê jî wiha got: “Heke êrişek li ser Şengalê pêk were, li Sûriyeyê û Iraqê aramî namîne.”
* Pirtûka Dengbêj Memedê Paniyê ku ji klamên şer, mêrxasî û evîndariyê pêk tê û berhevkariya wê Rêdî Seîd û Hîkmetê Paniyê kiriye, ji Weşanên Wardozê derket.
* Platforma Jinan a Wanê ji bo balê bikşîne ser kuştina jinan dê li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê daxuyanî bide. (13.00)
* Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li navçeya Misircê ya Sêrtê bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin Civaka Demokratîk Dihonin” daxuyanî bide. (13.00)
* Rêxistinên ciwanan ji bo Diyar Koç ku li Mêrdînê bi lêdanê hatibû binçavkirin û girtin, dê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin. (14.00)
* Navenda Mafê Mirovan ya Baroya Stenbolê ji bo girtiyê nexweş dê li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyanî bide. (16.00)
Kirmanckî
* Mehmed Talayî heta serra 1994î weşîya xo Dewa Bor de ramita. 94 de verê zulmê dewlete ra bar keno yeno Gazika Dêrsimî, weşîya xo îtade ramneno. Qaytê malê hûrdîyî keno. Hesreta dewa xo anceno û vano: “Dewe de bon nêmendo, dar û ber nêmendo, teyr nêmendo.”








