Li Xaneqînê li dijî biryara Hikûmeta Federal a Iraqê ku dixwaze Gulaleyê û 3 bajarokên din bike navçe û ji Xaneqînê veqetîne, xebatkarên saziyên ser bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ve û esnafan çalakiya giştî ya derneketina ji derve û girtina dikanan pêk anî.
Ji min rêveberiya Kurdan derdixin
Hikûmeta Federal a Iraqê ev demek e dixwaze statûya navçeyê bide bajaroka Gulale, Cebare, Qeretepe û Seîdiyê yên navçeya Xaneqînê. Piştî bajarok bû navçe dê ji Xaneqîna girêdayî Herêma Kurdistanê bê veqetandin û rasterast bi navenda Diyalayê ve girê bide ku ji hêla Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê meşandin.
Çar bajarokan vediqetînin’
Li gorî rayedar û welatiyan bi vî awayî navçe tê qaspkirin. Li Xaneqîn li dijî biryara Hikûmet Navendî ku dixwaze Gulale, Cebare, Qeretepe û Seîdiyê bike navçe çalakiya protestoyê pêk anîn.
Dikandar û karmendên saziyên ser bi Herêma Kurdistanê û gelê navçeyê bazar û dikan venekirin.
‘Siyaseta Erebkirinê’
Hêjayî gotinê ye ku Encûmena Parêzgeha Diyaleyê û Wezareta Plansaziyê ya Iraqê biryar dan ku bajarokên Qeretepe, Cebare, Gulale û Seîdiye ji Xaneqînê veqetînin û bikin navçe. Welatiyên Xaneqîn vê gavê wekî biçûkkirina Xaneqînê û siyaseta Erebkirinê dibînin.













