Îzmîr – Ji sala 2018-2019an ve di encama êrişên dewleta Tirkiyeyê û komên çekdar de bi sed hezaran kes ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Tevî peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de hê jî li holê ji bo vegera koçberan tu gav nehatine avêtin. Berpirsê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku heta Tirkiye ji xaka Sûriyeyê venekişe û ewlehiya koçberan neyê mîsogerkirin, aramî û vegereke bi rûmet ne pêkan e.
Li gorî daneyên Rêvebiriya Xweser, Komîteyên Koç û Koçberan a Serêkaniyê û Efrînê û Heyva Sor a Kurdistanê, di encama dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê a di sala 2018an de zêdetirî 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn. Ev koçber pêşiyê li bajar û gundewarên Şehbayê û kampên li derdorê hatine avakirin bi cih bûn. Koçberiyek mezin jî, li Serêkaniyê û Girê Spî çêbû. 9ê Cotmeha 2019an artêşa dewleta Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encama êrişên de ji her du bajaran li derdora 150 hezar kes koçber bûn. Malbatên koçber ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li kampên Serêkaniyê û Waşokanî yên herêma Hesekê, kampa Til Semîn a di navbera Reqa û bajarê Eyn Îsa û li kampa Eyn Îsa hatin bicîhkirin.
Kesên 2019an koçber bûn, ji ber êrişên 2026an car din bûn koçber
Di dema êrişên 6ê Çileyê ya 2026an de, koçberên li kampên Til Semîn û Eyn Îsa careke din ji neçarî derketin ser rêyan. Beşek ji koçberan li gundên xwe yên derdora Kobanê û Eyn Îsa bi cîh bûn, beşek ji wan jî derbasî Kobanê bûn. Di sala 2024an de jî cardin ji ber êrişên Dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser Şehbayê li derdora 200 hezar kes koçber bûn. Ev koçber li Tebqa, Reqa, Kobanê û Cizîrê hatin bi cih kirin û beşek ji wan jî derbasî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê bûn ku ew jî 6ê Çileya 2026an dîsa bûn hedef.
Ji ber êrişên 2026an heta niha 150 hezar kes koçber bûne
Êrişên çeteyan û dewleta Tirkiyeyê herî dawî li Helebê berdewam kir. Di encama êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê, ji 6ê Çileya 2026an de heta niha 150 hezar koçber neçar man ku derbasî bajarên Rojavayê Kurdistanê bibin. 175 hezar kes derbasî herêma Cizîrê bûn û li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Beşek koçberan jî derbasî bajarê Kobanê bûn.
Hê jî di mijara koçberan de gavên berbiçav tune ne
Peymana 29ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hat îmzekirin wekî rojeveke sereke ya herêmê û cîhanê derdikeve pêş. Di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de li ser xalên leşkerî, ewlekarî, îdarî, aborî, perwerde û koçberiyê gotûbêj, civîn û danûstandin berdewam dikin.
Heta niha bêhtir li ser ji nûve bicîhkirina hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn hat rawestandin û gav hatin avêtin. Di peymanê de 2 bendên ku wekî xalên herî girîng û tevlîhev tên binavkirin jî mijarên koçberî û perwerdehiyê ne. Li ser herdu xalan hîn danûstandinên berfireh nehatine kirin û gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê di çend rojên dawî de dîsa mijara koçberan ket rojevê. Li gorî agahiyên saziyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser, di rojên pêş de wê ev mijar hîn zêdetir wê were axaftin û amadekariyên vegera koçberan têne kirin. Eger tu astengî dernekevin û plansaziyek hevpar were amade kirin, zêdetirî 450 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb, Girê Sipî û Serêkaniyê wê bikaribin vegerin warên xwe. Li gorî peymanê pêwîste vegerek bi ewle çêbibe û li bajarên Efrîn, Şehba, Girê Sipî û Serêkaniyê pergala ewlekariya hundirîn were avakirin.
Di van rojên ku ji ber peymana 29ê Çileyê dîsa mijara koç û koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bûye rojeveke sereke. Derbarê rewşa dawî ya mijara koçberan de Berpirsê Pêwendiyan a Komîteya Koç û Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Heta Kobanê bi temamî xwe bi rê ve nebe dorpêç bi dawî nabe’
Ciwan Îso destpêkê bal kişand ser rewşa Kobanê û diyar kir ku digel ku peymanek hate îmzekirin jî Kobanê hê jî di bin dorpêçeke berfireh de ye. Ciwan Îso da zanîn ku dorpêç her çiqasî li gorî rojên pêşî, hinekê sist bû be jî hîn didome û got: “Mirov dikare bibêje ku heta gelê Kobanê bi temamî xwe bi xwe birêve nebe îhtimal nîne ku dorpêç bi dawî bibe. Tenê bi çareserkirina pêdiviyên bingehîn kêşeya Kobanê safî nabe.”
‘Veger niha gelekî zehmet e’
Ciwan îso diyar kir ku di êrişa 2018an a li ser Efrînê, dewleta Tirkiyeyê rasterast bi navê “Şaxê Zeytûnê” êrişeke leşkerî bir ser Efrînê û beriya êrişê li Efrînê rêvebireyeke xweser hebû ku dibû mînakeke rêkûpêk ji bo hemû herêmê, lê Efrîna ku xwe bi xwe birêve dibe ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê bû û wiha pê de çû: “Her wiha Serêkaniyê û Girê Sipî hîn jî ne bi ser xaka Sûriyeyê ve ne, li van deran serweriya Dewleta Tirkiyeyê heye û ev jî dibe sedem ku gele ku koçber bûye ji ber metirsiyên Dewleta Tirkiyeyê û hezên girêdayî wê nikaribin vegerin cih û warên xwe. Hê jî %85ê gelê Serêkaniyê ne li Serêkaniyê dijîn û hê venegeriyane. Ji bo vegereke bi ewle, rêxistinkirî, giştî, bêteror û xeterî divê gavên berbiçav bêne avêtin, di rewşa niha de veger gelekî zehmet e.”
Ciwan Îso destnîşan kir ku ji bo piştî gel vegeriya cih û warê xwe dîsa rastî koçberî û komkujiyan neyên, divê aliyên ‘îdarî’ û ‘siyasî’ yên vegerê neyên piştguhkirin û veger ne tenê di çarçoveya ‘vegera fizîkî’ de bê nirxandin û got: “Gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girêsipiyê dixwazin vegerin lê divê beriya vegera wan, ew çeteyên ku êriş birin ser van herêman ji wir derkevin. Ji hêla ewlekariyê ve gelek pirsgirêk hene, meselen gelên resen ên van herêman wê çawa bi van çeteyan re bijîn?”
‘Em naxwazin di bin serweriya dewleta Tirkiyeyê de bijîn’
Cîwan Îso anî ziman ku ew wekî Komîteya Koç û Koçberan a Serêkaniyê, vegereke bi rûmet esas digrin, vegera bi rûmet ew e ku piştî gel vegeriya ser xaka xwe derbarê xaka xwe de xwedî rolekê bin û got: “Heta niha ti kes venegeriya ye Serêkaniyeyê, sedema venegera wan jî dibêjin: ‘em naxwazin di bin serweriya dewleta Tirkiye û çeteyan de bijîn.’ Nêzî 6 hezar malbat ji İdlîb û Helebê anîne, nêzî 60 gundên Serêkaniyê hatine vala kirin, li taxa Zorava ya bi ser Serêkaniyê ve malbatên DAIŞê hatine bi cîh kirin, Erdên çandinî û ziraî di destê wan de ne. Ev kesên bi polîtikayên dagirkeriya Dewleta Tirk de hatine bi cîh kirin dibêjin: ‘Em venagerin cihên xwe.’ yanî Serêkaniyê hem ji hêla hiqûqî ve hem ji hêla insanî ve di rewşeke gelek xerab de ye.”
‘Dewleta Tirkiyeyê naxwaze peymana 29ê Çileyê biçe serî’
Ciwan Îso diyar kir ku Dewleta Tirkiyeyê dibêje: ‘Heta Rêvebiriya Xweser hebe, yanî heta Kurd xwe bi xwe birêve bibin ez ê nehêlim Sûriye bighîje aramiyê û got: “Tirkiye hebûna Kurdan li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Ev jî bi me dide zanîn ku heta Tirkiye bi temamî ji Sûriyeyê venekişe, aramî û îstiqrar wê li Sûriyeyê peyda nebe. Tirkiye bi xwe dike ku peymana 29ê Çileyê neçe serî, naxwaze li Sûriyeyê diyalog pêş bikeve.”
‘Ji bo vegera koçberan divê her kes di nav têkoşînê de be’
Cîwan Îso di dawiya axaftina xwe de bangawaziya bilindkirina têkoşînê kir û got : “Ji bo her kes bighîje mafê xwe pêwîstiya me bi demokratîk kirina Sûriyeyê heye, lewma divê her kes li kêleka gelên Sûriyeyê cihê xwe bigire. Divê ji bo koçberek tenê jî vegere cîh û warê xwe her kes di nav têkoşîneke berfireh de be. Sûriyeyeke nû, demokrat, biîstiqrar û aram bi vegera koçberan pêkan e. Divê bicîhbûna li Kampan bi dawî bibe. Her kes divê bi erka xwe ya exlaqî rabe. Wekî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, ji gelek dewletan re me rapor şandin û hevdîtin pêk anîn. Me tim anî ziman ku divê hemû cîhan vê Rêvebiriya Xweser nas bike. Hemû cîhan deyndarê vê rêvebiriyê ye ji ber ku terora DAIŞê vê rêvebiriyê bi dawî kir û cîhan ji metirsiyeke mezin xelas kir.”











