Amed – Di serdema AKPê de qada çandiniya genim ji 9.8 milyon hekdaran daket 6.8-6.6 milyon hektaran. 3 milyon hektar çandiniya genim kêm bû. Tirkiye beriya AKPê genim ji derve nedikirî. Lê di 22 salan de 48 milyon ton genim ji derve kirî.
Tirkiye û Kurdistan di aliyê erdnîgariyê û avhewayê de cih û warê çandinî, cotkarî û sewalkariyê ye. Wekî welatê çandinî û cotkariyê tê nasîn. Yek ji çandiniya herî zêde tê kirin genim e. Di sala 1998’an de li Tirkiye û Kurdistanê 9,8 milyon hektar genim dihat çandin. Lê di 22 salên AKPê de çandiniya genim 3 milyon hektar kêm bû û daket 6,8 milyon hektaran. Ji ber polîtîkayên AKPê yên çandiniyê cotkarî û çandiniya genim kêm bû. Tirkiye li şûna genim bifiroşe welatên derve di 22 salan de 48 milyon ton genim ji dervê welat kirî. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di nirxandinek xwe de dibêje “Em di welatê nan de bê nan man.” Ev nirxandinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan rastiya polîtîkayên AKPê nîşan dide.
Di sala 2002an de Tirkiye de 1,1 milyon ton genim ji derve welat dikirî. Lê di salên 2022-23an de 12 milyon ton genim ji derve kirî. Di 2002an de Tirkiye ji bo kirîna genim 150 milyon dolar dida welatên derve. Lê si sala 2023an de 3 milyar û 402,4 milyon dolar pere da welatên derve.
Hem çandinî kêm kirin û hem jî buhayê genim kêm kirin. Li gorî daneyan di 2005ande cotkarekî dikaribû bi tonek genim 2.15 zêr kirîbûya. Lê niha dikare nîv (0.5) zêrî bikire. Sal bi skal hem genim erzan dikin û hem nan buha dikin. Di 2023an de 200 gram nan 6,5 bû, lê niha buhayê nan kirine 15 tl. Ji ber buhayê genim erzan dibe û mazot buha dibe, êdî qîmeta genim namîne. Di 2023an de cotkar dikaribû bi tonek genim 375 lître mazot kiribûya, lê niha bi tonek genim tenê dikare 225 lître mazot bikire. Dîsa cotkar di 2023an de dikaribû bi 52 ton genim traktorekê bikire, lê niha bi 110 ton genim nikare traktorekê bikire. Ev dane nîşan dide ku sal bi sal qîmeta genim namîne. Hem genim hem jî keda cotkar û rençberan erzan dibe.