• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Recep Tayyîp Erdogan ji bo Amedsporê daxuyanî da

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Li Enqereyê qûrbaniyên komkujiya Dêrsimê hatin bibîranîn

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Hate xwestin ku girtiyê nexweş Recep Bekîk tavilê were berdan

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

    ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayla Akat Ata: Tirkiyeyê ji sala 2013an ve gelek tişt winda kirin

Fexredîn Kiliç / AW

29 GULAN 2025 - 08:05
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Amed – Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku bi pêkneanîna peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2013an Tirkiyeyê gelek tişt winda kirin û wiha got: “Bi rûniştinê ev pêvajo naçe serî. Divê îro her kes tev li vê pêvajoyê bibe, xebatan bimeşîne.”

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de tê lidarxistin bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê berdewam dike.

Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata ku tev li konferansê bû derbarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku bi pêkneanîna peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2013an Tirkiyeyê gelek tişt winda kirin.

‘Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neguherîne’

Ayla Akat Atayê diyar kir ku ji berê ve heta niha fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neguherîne û wiha got: “Ji sala 1993yan heta îro Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘me bi keyfxweşî çek negirtine destê xwe. Têkoşîna me li ser xwebûna me ye. Heta îro xwebûna me nayê qebûlkirin, em ji bona wê di nava têkoşîna çekdarî de bûne.’ Îro em li ser axaftinên wî yên berê û îro difikirin tiştek neguherî ye. Birêz Abdullah Ocalan dîsa heman tiştan dibêje. Dibê ‘Heke hebûna me qebûl bibe, hûn bibêjin Kurd bi mafên xwe hene ne hewce ye Kurd bi têkoşîna çekdarî xwe bidin qebûlkirin.’ Ji bona wê em îro di nava rojên dîrokî de ne.”

‘Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe me bedelên mezin dan’

Ayla Akat Atayê bi lêv kir ku di konferansa jinan de jî mijara wan pêvajoya heyî ye û wiha domand: “Bi saya vê pêvajoyê em bi jinên parlamenter, siyasetmedar ên ji her çar aliyê Kurdistanê re hatin bahev. Çawa ku fikrên Birêz Abdullah Ocalan neguherîne, fikrên jinên Kurd jî neguherîne. Me rojên berê jî gotibû, em bi canê xwe, ruhê xwe dixwazin ev mesele çareser bibe, ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe em dikarin bedelên mezin jî bidin. Banga Birêz Abdullah Ocalan a 27 Sibatê gihişte me, gelên bindest ên cîhanê, desthilatên cîhanê. Ji 27ê Sibatê heta îro çawa rojeva Tirkiyeyê, ya Rojhilata Navîn guherandiye em li ser bisekinin. Em bizanibin ku ev bang bangeke çiqas dîrokî ye. Ji îro şûn ve jî hêvî dikin ku bikarin bersiva vê bangê bidin.”

‘Desthilata Tirkiyeyê di nava 12 salan de wijdana xwe winda kir’

Ayla Akat Atayê anî ziman ku bi pêkneanîna peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2013an de Tirkiyeyê gelek tişt winda kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê ciwan û mirovên xwe, mirov dikare bêje wijdana xwe winda kir. Ji ber ku şer çiqas dirêj be mirov jî ewqas bêwijdan dibe. Ne gelê Tirkiyeyê lê desthilata Tirkiyeyê di nava van 12 salan de wijdana xwe jî winda kir. Em axaftina Birêz Abdullah Ocalan a di sala 1993yan de guhdar bikin û ya îro guhdar bikin tiştek nehatiye guherîn. Lê desthilatên Tirkiyeyê li ser vê fikrê siyaset nedane meşandin. Li ser tunebûna gelê Kurd siyaset dane meşandin. Îro gelê Kurd çima saziyên xwe avakirine. Ji ber ku ne zimanê me ne çanda me qebûl nebûye. Ji ber wê her saziyên xwe me jinûve avakirine. Di nava van 32 salan de gelê Tirkiyeyê bi hev re winda kir. Lê desthilatê wijdana xwe winda kir. Ji ber ku li ser xwîna ciwanên gelê Kurd û Tirk siyaset meşandin. Îro em dikarin bêjin ku êdî ji îro û şûn ve divê li ser xwîna ciwanan siyasetê nekin. Divê ji îro û şûn ve weke birêz Devlet Bahçelî herkes bizane ku yekitiya gelên Tirkiyeyê çiqas girîng e. Bizanibin ku aştiyeke di nava Tirkiyeyê de ava bibe çiqas taybet e. Beriya çend rojan Dewlet Bahçelî got ‘Heke Tirkiye nikaribe aştiya xwe ava bike, nikare li ser aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê jî biaxive.’ Divê mirov li ser vê rastiyê bifikire. Ji îro û şûn ve jî siyaseta xwe li ser vê fikrê bidin meşandin.”

‘Bi rûniştinê pêvajo naçe serî’ 

Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku jin pêşengên vê pêvajoya heyî ne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ciwan û jinên Kurd, gelên bi hev re dijîn destê xwe bidin hevdû di serî de li Kurdistanê dewletên em di nav de dijîn em dikarin civakeke demokratîk bidin avakirin. Banga me ji hemû civaka Kurdistanê re ev e, bi rûniştinê ev pêvajo naçe serî. Divê em heft roj bîst û çar saet li ser vê pêvajoyê bifikirin çi ji destê me were em bikin. Divê îro herkes tev li vê pêvajoyê bibe, xebatan bimeşîne. Birêz Abdullah Ocalan firsendeke dîrokî pêşkeş kiriye, gelên Rojhilata Navîn û gelên Kurd û Tirk dikarin bi xebatên xwe bersiva vê bangê bidin.”

Etîket: Abdullah OcalanAyla Akat AtaKonferansa Parlamenterên Jin ên KurdpêvajoTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

‘Serok Apo azad nebe, ne aştî û ne azadî pêk tê’

2 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

30 NÎSAN 2026
Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derketina Amedsporê ya Super Lîgê li gelek bajaran tê pîrozkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Pîranê bi rengên biharê xemilî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran kes dîmenê Amedsporê diecibîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (54)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne