• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Ji ber topbarana leşkeran şewat derket

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

    Siyasetmedarên Kurd Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Li dijî feraseta qeyûm em ê her dem aştiyê biparêzin

Navenda Nûçeyan /AW

19 SIBAT 2025 - 14:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, anî ziman ku li dijî feraseta qeyûm ew ê her dem û li her derê aştî û muzakereyan biparêzin û piştgiriyê bidin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan.

Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û hevşaredaran, li Enqereyê li dijî tayînirina qeyûman çalakî li dar xistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, hevşaredarê û partiyî li dijî tayînkirina qeyûman li Parka Guvenê ya Enqereyê çalakiyê li dar xistin. Hemû pêkhateyên DEM Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya ku Tuncer Bakirhan derbasî qadê bibe girseyê bê navber dirûşmeya “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.

Qeyûm li Kurdistanê xistin meriyetê û belav kirin

Ewil Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û wiha got: “Em li dijî qeyûman li gel hemû şaredariyên xwe yên ku qeyûm tayîn kirin bûn. Me bi gelê xwe re îtîraza xwe ya li dijî qeyûm anî ziman. Bi tayînkirina qeyûm careke din mafê bijartin û hilbijartinê hatiye binpêkirin. Îro em li dijî vê ferasete bi hemû hilbijêrên xwe re li Enqereyê kom bûn. Em li gel hemû hilbijartiyên xwe yên tevahiya Tirkiyeyê ji bo mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê biparêzin. Em li vir kom bûn. Ji bo em li dijî hişmendiya ku qeyûm tayîn dike em li vir kom bûn. Ji bo em li vîna gel xwedî derkevin em hatin Enqereyê. Çima ez dibêjim mafê bijartin û hilbijartinê. Ji ber qeyûm xezp e. Qeyûm darbeya siyasî ye. Qeyûm mafê me yê bijartin û hilbijartinê ji destê me digire. Qeyûm ewil li Kurdistanê xistin meriyetê. Lê niha qeyûm li Esenyûrtê û li çar aliyê Tirkiyeyê belav dibe. Qeyûm tayînî zanîngehan, şîrketan û gelek saziyên din dikin û belav dikin. Qeyûm berhemê zordariyê ye. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Tirkiye di demek nêzîk de mafê bjartin û hilbijartinê bi dest xistiye. Em van qeyûman qet nas nakin.”

Bi zanebûn di 15ê Sibatê de qeyûm tayîn kirin

Tulay Hatimogullari, bal kişand ser dîroka tayînkirina qeyûm û wiha berdewam kir: “Li Wanê qeyûm di rojek pir girîng de tayîn kirin. 15ê Sibatê roja ku birêz Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî dîl hatiye girtin û anîne Tirkiyeyê. Bi zanebûn 15ê sibatê hilbijartin û qeyûm tayîn kirin. Em wateya vê yekê baş dizanin. Îro li Tirkiyeyê ji 1ê cotmehê heta niha hevdîtin hene. Tayînkirina qeyûm bersîva vê pêvajoya diyolag û hevdîtinan e. Çim adi 15ê Sibatê de Wan hilbijartin. Ji ber ku xwestin di hilbijartina 31ê Adarê de mazbatayê nedin hevşaredarê me yê Wanê. Lê gelê me yê wanê bi berxwedan û serhildana xwe ev lîstik xera kirin. Em li navenda Tirkiyeyê li Enqereyê bang dikim. Bila her kes bibhîze. Em bi awayekî herî hişk tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Vê îktîdarê got ‘Ji bo em xwe ji feraseta vesayeta leşkerî rizgar bikin em hatin e. Lê îro îktîdar bi xwe vesayeta xwe ava dike. Îro ev îktîdar bi wesayetê hebûna xwe berdewam dike. Em hişmendiya qeyûm bi tu awayî qebûl nakin. Ev qeyûm hem ji bo vîna gel desteser bikin, hem jî ji bo dest dînin ser aboriyê qeyûm tayîn kirin. Li ser çavkaniyên aborî yên Şaredariyê rûniştin. Dema qeyûmên berê hatin dayînkirin komek deyn li pey xwe hiştin û çûn. Li şûna xizmetê bike, rê û peyarêyên şaredariyan xerakirin û çûn. Em careke din dibêjin, hûn xizmeta bajarê kurdan nakin. Hûn kurdan wekî welatî nabînin. Hûn kurdan wekî kesên xizmet j wan re nayê kirin dibinin. Ev îşkence ye. Em vê yekê qebûl nakin. Rejîma qeyûm îro li hemû Tirkiyeyê belav kirine. Li tu derê cîhanê nehatiye dîtin ku li pêkhateyên bajêr doz hatiye vekirin. Lê dozger doz li pêkhateyên bajêr vekiriye. Em duh dîsa bi operasyonekê hişyar bûn. Yên hatin binçavkirin kesên ked dane HDKê ne. Niha tev kom kirin û birin Stenbolê. Niha hîn di bin çavan de ne. Em careke din bang li wan dikin. Hûn nikarin li pêkhateyên ku ji bo rêveberiya bajêr li hev kirine operasyonê pêk bînin. Hûn nikarin rê li pêşiya li hevkirina civakê bigirin. Em ê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin. Bila baş zanibin ku heta niha me bi feraseta qeyûm, girtin û binçavkirinê gav paşve neavêtiye. Ji niha û şûnde jî em gavan aşve navêjin. HDK jiyana hevpar a demokratîk diparêze. Diparêze ku hemu bawerî û gel bi hevre bijîn. Operasyona li dijî HDKê li dijî hemû pêkhateyên civaka Tirkiyeyê pêk hatiye. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên hatine binçavkirin bi lez berdin. Niha heyeta me çûye başûr û hin hevdîtnan dike. Hewldanên hevdîtinan ên şandeya me bi qîmet e. Niha her çend hin kes hewl didin bi qeyûm û binçavkirinan dixwazin rê pêşiya aştiyê bigirin jî em wekî DEM Partiyê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê her tem dibêjin aştî aştî û aştî.”

Qeyûm dizî û înkara vînê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û wiha got: “Em îro li dijî neheqiya li dijî bijartin û hilbijartinê bînin ziman em li Enqereyê kom bûne. Em ji bo darbeya heyî bînin ziman em hatine vir. Em li Esenyûrtê, li Wanê û li hemû bajarên ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin jî dengê xwe tînin ziman. Lê mixabin Enqere dengê gel û dengê me nabihîze. Ji bo em bêtir dengê xwe bigînin Enqereyê em bi hemû pêkhatiyên xwe hatin li Enqereyê kom bûn. Em îro li Enqereyê ji bo dengê xwe bigînin kesên ku bûne sedema qeyûman hatine vir. Qeyûm qesp e. Ev hikûmet bi qespa qeyûman rêveberiyên me yên herêmî xesp dike. Ev hikûmet lîstika hilbijartinê dike. Kurd bi hilbijartinê rêveberî û şaredariyên xwe hildibijêrin. Lê li pey wan roja din qeyûm tayîn dike. Gel û bindestên Tirkiyeyê vîna xwe hildibijêre. Lê ev qeyûm ji bo ku bi ser neketiye qeyûm tayîn dike. Îktîdar dibêje ez vê hilbijartinê qebûl nakim. Mirov nikare piştî rewşeke wisa bibêje li vî welatî demokrasî heye. 3 serdeme gel dê vîna xwe hilbiijêre. Lê tu dê bi darbeyêne siyasî dest dîne ser vîna gel. Ev yek nayê qebûl kirin. Tayînkirina qeyûm dizî û xezp e. Em bang dikin. Hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Vîna gel nedizin. Ev kiryarên dijdemokratîk nabe. Ev nelirêtî ye. Em careke din vê hikûmetê hişyar dikin. Dest ji diziyê berdin. Hûn bi vê diziyê bidomînin, êdî nameşe. Hûn aşkere dibêjin ‘Eger hûn min hilbijêrin ez ê we nas bikim, lê hûn yên xwe hilbijêrin ez ê wan bavêjim zindanê. Ez ê memûrê xwe tayîn bikim.’ Ev tişt nayê qebûlkirin. Em alîgirê aştiyê ne.”

Li ser maseya me aştî û çareserî lê li ser maseya wan qeyûm û înkar heye

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî hewldanên çareseriyê û wiha pêde çû: “Em dixwazin gel xwe bi rêve bibe. Li ser maseya îktîdarê înkara kurdan heye. Bişaftina kurdan heye. Tayînkirina qeyûm heye. Li ser masa me çareserî û aştî heye. Em hewl didin ku çawa aştî, aramî û demokrasiyê bînin. Lê li ser masa Enqereyê qeyûm, zordestî, girtin û binçavkirin heye. Ez ji gelê Tirkiyeyê dipirsim. Kî alîgirê aştiyê ye. Hilbijarteyên me wekî yên we ji Qesrê nehatin diyarkirin û nehatin hilbijartin. Hilbijarteyên me ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Kurdan, tirkan, kedkaran sindoq danîn û namzetên xwe hilbijartin. Gelê ku vîna wî hatiye xezpkirin aştî, çareseiyê dixwaze. Lê hûn vîna gel nas nakin. Em ji we dixwazin ku hûn vîna gel nas bikin. Em dixwazin tarîtî û feraseta qeyûm bi dawî bibe. Em dixwazin Tirkiye ronî bibe. Em dixwazin her kes bi nasname û baweriyên xwe bijîn. Lê ew dijberî vê yekê dibêjin. Divê gelê Tirkiyeyê vê neheqî û zilmê bibîne û dengê xwe bilind bike. Qeyûmê tayînî Mêrdîn, Wanê hatiye kirin, tayînkirina qeyûm a Edene û îzmirê ye. Sed salin hevsengî ava kirine. Di vê hevsengiyê de kurd, elewî û rengên cuda tune ye. Birêz Ocalan dixwaze vê hevsengiyê xera bike. Dixwaze cudahiya nava bawerî, gelan û nasnameyan tune be. Dixwaze her kes bi vîna xwe bijî. Em jî piştgiriyê didin fikr û hewldanên Birêz Abdullah Ocalan. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Lê li Enqereyê feraseta qeyûm heye. Ewil mudaxaleyî vîna jinan dikin. Ewil mudaxaleyî xebatên çand û xizmeta binesaziyê dikin. Ev qeyûm ne tenê li dijî vîna gelê kurd e. Îro dibe li dijî kurdan be. Lê dê sibê tayînî her kesî bike. Divê îro ne tenê kurd dengê xwe bilind bikin. Divê hemû gelê Tirkiyeyê li dijî qeyûmlan dengê xwe bilind bikin. Qeyûman pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Birêz Ocalan daxuyanî dabû. Em li pişt daxuyaniya wî ne. Nexşerêya ku Birêz Ocalan aşkere bike, jiyana hevpar û komara demokratîk heye. Yên qeyûm tayîn dikin, li dijî pêvajoya aştiyê û çareseriyê ye. Feraseta qeyûm êrîşa li dijî aştiyê ye.

Etîket: qeyûm aştîTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

29 GULAN 2026
Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

25 GULAN 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana Ozgur Ozel kirin

25 GULAN 2026
Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir

Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir

20 GULAN 2026
Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

15 GULAN 2026
Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

8 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (52)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne