Nivîskar Medenî Ferho di quncikê xwe yê vê hefteyê de li ser polîtîkayên Serokê AKPê Tayyip Erdogan rawestiya û destnîşan kir ku Erdogan bi dijberiya kurdan 22 sal in dijminantiya kurdan dike û bi vê yekê fukrê dike.
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Medenî Ferho, di quncikê xwe yê vê hefteyê de bi ser navê “Bi çavên Îbnî Haldûn têkoşîna kurdan” bal kişand ser têkoşîna kurdan û polîtîkayên hikûmeta AKP û Erdogan ya li dijî gelê kurd.
Nivîskar Medenî Ferho, bal kişand ser nêzîkatiya Îbnî Haldûn a li dijî îslamê û wiha got: “Dema li bajarê Granada dijî, li ser bajarvanî û pêşketinên li bajaran rawestiyaye (1). Piştî tespîta ku li Rojava zanîngeh zêde dibin, li cîhana îslamî tune dibin; dibêje: “Li cihê ku zanist nebe, komên çete zêde dibin. Komên çete jî, dînamîkên çandê dikujin, dema çand nebe, aqil pêşnakeve, aqilmend jî dernakevin holê.”
Medenî Ferho da zanîn ku eger Îbnî Haldûn ji gorê rabe û li cîhana îslamê ya îro binêre, dê bibîne ku rewşa îro, ji ya serdama wî ya li Granadayê gelekî xerabtir e û wiha nivîsand: “Zanîngeh hebin jî hejmara wan gelekî zêde bin jî eger ne hêlîna zanistê bin, nikarin pêşengiya guhertinên civakî bikin, nikarin fikrê demokrasiyê serwer bikin. Dê bibîne ku pêşketin, guhertinên civakî, tenê bi çêkirina recidansên -40-50 qatî çênabe. Îbnî Haldûn dibêje: “Ol bandorê li bajaran û xelkê li bajaran dike, bajar jî bandorlê li baweriyan dikin. Bajarvanî bandorê li mîmariyê, mîmarî jî bandorê li hiş û raman, li huner, siyasetê dike û hişmendiyeke nû derdixe holê. Jiyana bi hev re dibe bingeha şaristaniyê. Hiş û ramanê kevin, tore û her tiştên kevin dide aliyekî, di cihê wan de tiştên nû derdixe holê. Ji bo van teva amena.”
Medenî Ferho destnîşan kir ku Îbnî Haldûn, bîrdoziya xwe ya şaristaniyê li ser “aqil û felsefê” avdike û wiha nivîs berdewam kir: “Lê reva xwe ya ji ber hêzên Mogolî (Tîmurleng) ji bîr dike. Dema ji ber Mogoliyan direve, dibêje: “Desthilatdarî ateş-î suzan in.” Ev “ateş-î suzan”iya hêzên Mogolî mixabin bûye haveynê hişmendiya desthilardarên cîhana îslamî. Bi taybetî di mêjiyê paşayên Îtihat û Terakî û mîratzadeyên wan de bûye hevirê bixwîn. Nanê ji vî hevîrî tê pijandin jî jehrî ye, nirxên olî berterf dike, gelan jî tune dike. Mixabin, çanda “camî û cematê”, ji serdema navîn dûrketiye û bi destê detshilatdarên haydût û çeteyên paramîlîter bûne cihê propagandaya netewparestiyê. Li ser mîmberan jî şûr ji kalan tê kişandin û gef li gelên misilman tê xwarin.”
Medenî Ferho li ser felsefeya Îbnî Haldûn jî rawestiya û wiha dirêjî da nivîsê: “Îbnî Haldûn, weke hemû fîlozofên îslamî dibêje, ‘Kesê ku bajarekî-welatekî bi rê ve bibe, divê xwedî “wesfê” fîlozofan û cewherê “mahtiqî” be.’ Ev fikir û bawerî, şûrê ku li mîmberan tê nîşandan qebûl nakin. Ji bo ku ev feraset tuneye zanîngeh nabin hêlîna zanistê, dibine dezgehên derxistina qirdik, melaq û pençikên wesifdanê. Paşayên Osmaniyan teva akademiya leşkerî dixwendin. Ev akademî di radeya zanîngehên pêşketî de bûn. Kesên esker, him pisporên şer bûn, him felsefe dizanibûn. Van kesan her dem xwestine pêşengiya civakan bikin. Lê paşayên Îtihat û Terakî, tenê pisporên şer bûne, têgihiştina xwe ya aqilmendî di aliyê dek û dolaban de, di aliyê xapandina civakan de û di radeya hêza “qudreta şûr” de bikaranîne.”
Medenî Ferho li ser hişmendiya niha ya li dijî olê îslamê û gelê kurd jî rawestiya û wiha cih da nivîsa xwe; “Ev zihniyet, encama sîstema dewşîrmetî û perwerdeya “pençik”e, tenê netewpestiyê esas digire. Îro jî miratzadeyên Îtihat û Terakî, li Tirkiyeyê hejmara zanîngehan zêde kirine, lê tarîtiya sedsala navîn bêhtir tarî kirine. Gel, di xeşîm û labîrentên tarş de dîl girtine. Mezinkirina bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, di pêşketinên trajî-komîk de ne. Ji aliyekî ve gund xerab kirin, xelk koçber kirin, cih û warên wan jî, daristan, çandinî, sewalkarî jî tune kirin. Artêşeke mezin ji bêkaran derixstin holê. Gotineke kurdan heye, “Qijika ku bi mirîşkê re hevaltiyê bike, nikilê wê ji gû paqij nabe.” Ji bo vê jî, mirov nikare bi metodolojiyeke dîrokî li ser serdema Reisl-ul Cumhur Erdogan rawest. Mekruh e. Ji ber ku qijikên li dora “Reîs” du cure ne. Cûreyek jê qijikên kurd in, nikilê wan her dem di pîsiyê de ye û bêhn ji wan tê. Cûreyê din jî yên bi fermana Reîs diçine Şamê û li dora HTŞê dibine xazulk in.”
Medenî Ferho li ser têkiliyên HTŞê û hikûmeta Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em ê serdema ku Ebubekir el-Bexdadî ku ji bo Colanî û kesên pê re digot: “ew zarokên me ne” û piştî kuştina wî û pêşketinan deynin aliyekî û dewam bikin. Helbet piştî kuştina xelîfe El Bexdadî, di dilê Colanî de jî xelîfetî pişkivî. Lê qet haya wî ji armanca Erdogan û “xelîfetî”ya wî nebû. Piştî serdana duyemîn a serokê MÎTa Tirk Îbrahîm Kalin ku çeteyên girdayî Tirkiyeyê ketin nava liv û tevgerên cûda, Colanî kete nava gumanan. Piştî ku fermandarên artêşa Tirk çûne Şamê, odeyên kontrolê, çavdêrî û şêwirmendiyê avakirin û zor û zexta bi navê biratiyê li Colanî kirin, gumanên wî zêde bûn.
Amerîka û Îsraîl jî destûrê nadin ku Tirkiye bandorê li HTŞê bike. Ew dizanin ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina Sûriye û Iraqê ye. Ji bo vê jî destûrê nadin ku Tirkiye çavkaniyên enerjiyê kontrol bike. Dibînin ku formulasyonên Tirkiyeyê meşrûkirina komên çete û paramîlîter e. Bi taybetî dixwaze SMO û çeteyên di bin kontrola xwe de bike hevparê desthilatdariya Colanî. Amerîka, Ewropa û Îsraîl vê formuelekirinê qebûl nakin. Tirkiyeyê ji xwe beşeke baş ji xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Weke serdema çeteyên DAIŞê, ku fabrikayên li Sûriyeyê bi destê çeteyan bar kirin û birin Tirkiyeyê, niha jî dixwazin çekên kimyewî yê BAASê bi destê çeteyan bibin Tirkiyeyê.”
Medenî Ferho, da zanîn ku li gorî agahiyan komên çete yên di bin kontrola Tirkiyeyê de amûrên kimyewî kom dikin, li gundên Kefer Susê û gundê Yafur berhev dikin, piştre wê bibin Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Reis-ul Cumhur Erdogan, di nava kurdan de 1160 km dîwar avakiriye, 784 Km2 zindan avakiriye, 342 hezar û 526 kes dîl girtine. Tecrîda li Îmraliyê û qeyûm kirine amûrê şantaj û kiryarên faşîzan. Gelo wê çawa gelan bike yek? Li aliyê din, Kobanê û Qamişlo jî di nav de, dixwaze korîdorekê çêbike. Vê korîdorê jî bike bingeha dagirkirina Sûriyeyê. Jixwe bi saya PDKê beşeke Kurdistanê jî hatiye dagirkirin. Dema bixwaze dê PDKê jî tune bike û dest bi dagirkirina Iraqê bike. Bi vî rengî gelo Erdogan wê çawa gelan bîne cem hev? Erîşên li dijî Bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê didine xuyakirin ku her kiryara desthilatdairya AKP û Dewleta Tirk ji pîvanên dîrokî dûr in. Armanc qirineke giştî ya gelê kurd e. Dewleta Tirk û detshilardariya Erdogan, di wêrankirina 8 bajarên Bakurê Kurdisdtanê û jinûve avakirina wan de, bi taybetî avakirina Sûriyeyê de, argumanên ku Îbnî Haldûn rêz dike daynîne aliyekî û bi hişmendiya Makyavelîst û exlaqê têkçûyî tev digere.
Hunereke tijî balagat, riwayet, fantaziyet, xapandin û rûreşî heye. Xwediyê van kiryaran nikare bibe mîratzadeyê dû pêxember û xelîfeyan. Erdogan, aşkere tîne ziman ku ew ê gelê Kurd qir bike. Qirkirina misilmanan kufr e, şîrk e. Erdogan jî 22 sal in vê kûfrê û şîrkê dike. Ev helwesta Erdogan, têkiliya gelan û olan, têkiliya civak û mirovan dikuje. Nijadperestî dema di radeya nexweşiyê de di nava civakê de hate belavkirin êdî nirx, pîrozî û cewherê her cure wêje û çandê tune dike.”
Medenî Ferho li ser siyaseta herêmê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Di aliyê siyasî û rewşa kaotîk ya îro de, hebûna kurdan destê Colanî jî, destê Amerîka, Îsraîl û Ewropayê bi hêz dike. Sûriye navenda cîhana erebî ye. Di dîroka îslamê de kurdan her dem alîkariya cîhana îslamê kiriye, tirkan her dem cîhana îslamê dagirkiriye. Rastiyeke din jî meseleyeke ku Sûriye, Erebistana Siudî, Mîrekîtiyên Kendavê, Lubnan, Urdun, Irak, Misir, Rûsya û Îranê jî elqedar dike heye. Heke Tirkiye, Sûriye û Iraqê dagir bike, tu dewletên ereban xwe di bin ewlkariyê de nabînin.
Berxwedana gelên Rojava, Tirkiyeyê kiriye nava “sukutuhayalê.”
Gelek akademisyen û pisporên siyasî, sîstema BAASê dîktator û zalim nîşan didin. Weke hevîrê bixwîn bi nav dikin cîhana erebî, dîsa jî ew sîstem weke “ereb” didîtin û qebûl dikirin. Heke Tirkiye û Erdogan li Şamê desthilatdar bin, hevîrê bixwîn dê sînorên Sûriyeyê derbas bike, nanê jehrî li tevahiya cîhana ereb belav bike. Cîhana ereb baş dizane ku Dewleta Tirk 13 sal in li Sûriyeyê hestî dişkîne. Operasyonên şikandina hestiyan, piştî serkeftina HTŞê jî li Iraq û Sûriyeyê didomînin. Çiqasî kurdan wek hincet nîşan bidin jî armanc Misaki Mîlî û pêkanîna Sêva Sor e.”
1- İbn Haldun -1332-1406…Pirtûka wî Muqaddime, navdar e.
2- Ibnu’l Esîr, 1160-1233… Ji Cizîra Bohta ye, di dema Împaratoriya Eyyubiyan de dijî
Filozof û dîrokzanekî mezin e. “Pirtûka wî El Kamil, fi’t Tarix” navdar e.